WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dest nîşan kir ku bi boneya Roja Dayikan îro otobusên mor ji bo dayikan belaşe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kir, bi boneya Roja Dayikan otobusên mor ên taybet ji bo jinan belaş kir. Bi wesîlaya Roja Dayikan otobusên mor dê tevahiya rojê ji bo jinan belaş xizmetê bike.
'BILA PÊŞEROJÊN HERÎ XWEŞIK ÊN WE BIN’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci bi boneya Roja Dayikan, laçikên spî û qûrnefîl diyarî hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan kir. Mûstafa Avci dema ku diyariya Ertan dayê, jê re got: “Di şexsê hevseroka me Bedîa xan de, ez Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz dikim. Bila pêşerojên herî xweşik ên we bin.”
'ROJA DAYIKAN LI HEMÛ DAYIKÊN CÎHANÊ PÎROZ BE'
Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan jî, wiha got: “Ez jî destên hemû dayikên têkoşer maç dikim û Roja Dayikan li hemû dayikên cîhanê pîroz dikim.”