STENBOL - Wezîrê berê Ertûgrûl Gunay, biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê nirxand û got: "Ne mimkun e ku bi awayekî mayînde deng ji AKP'ê ber bi CHP'ê ve biçin, lê belê di 23'yê Hezîranê de di şexsê Îmamoglû de dibe hin 'dengên emanet' ber bi CHP'ê ve biçin."
Wezîrê berê Ertûgrûl Gunay, biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a betalkirina hilbijartina Stenbolê, helwesta CHP'ê, helwesta AKP û MHP'ê û rola hilbijêrên kurd nirxand.
Gunay, diyar kir ku ji bo betalkirina hilbijarrtina Stenbolê îktîdar bi zext û zorî bi ser YSK'ê de çûye û got: "Di vê mehê de tim li sedemên ji bo betalkirinê geriyan. Axirê piştî 35 rojan YSK betal kir. Berteka raya giştî anî ber çavan, lê nikaribû xezeba îktîdarê bide ber çavan."
'DIYAR BÛ WÊ WISA BIBE'
Gunay, bi bîr xist u YSK'ê erê jî encamên wisa sosret daye û got: "Mesela di 16'ê Nîsanê de jî bêyî dengan û rêjeyê ragihîne got 'Erê bi ser ket.' Roja hilbijartinê pisûleyên bêmohr derbasdar qebûlkirin. Di hilbijartina 31'ê Adarê de bi hinceta KHK'î ne mazbataya hin namzetan betal kir û mazbata dan namzetê din. A rast ev hemû li hemberî demoktrasî û hiqûqê darbe ne. Biryara der barê Stenbolê jî ji ber vê ye. Ji ber berê baş bertek nehatin dayîn, diyar bû wê encam bi vî awayî be."
'HIQÛQ DI XEMA KÊ DE YE'
Gunay, anî ziman ku di meclîsên şaredariyê de hejmara endamên AKP'ê zêde ne û got: "Loma tenê ji bo Serokatiya Bajarê Mezin îtiraz kirin. Li gor biryara YSK'ê diviya hilbijartin bi temamî bihata nûkirin. Ev divêtiyeke hiqûqê ye, lê belê hiqûq xema kê ye."
'DIVÊ CHP BI QÎMETA VÊ HELWDANA HEVPAR ZANIBE'
Gunay, destnîşan kir ku di 31'ê Adarê de li Stenbolê bidestxistina şaredariyê tenê ne serketina CHP'ê ye û got: "Ev helwdana hevpar a hemû kesên ku xwestin rê li ber feraseta cihêkar a Erdogan bigirin. CHP jî divê bi qîmeta vê hewldana hevpar zanibe û ji bîr neke." Gunay, bal kişand ser helwesta HDP'ê ya di 31'ê Adarê de jî û got: "Hêvîdar im ev helwest di 23'yê Hezîranê de jî bidome."
'DENGÊN EMANET'
Gunay, diyar kir ku di 23'yê Hezîran de wê helwesta hilbijêrên MHP'ê neguhere û got: "MHP, bi tifaqa ku çêkiriye AKP'ê dorpêç kiriye. Yanî ji rewşa heyî razî ye. AKP'ê ber bi xwe ve dikişîne. Lê pir aşkere ye ku ev rewş ji bo AKP'ê dibe sedena encamên neyînî. Kesên ji vê rewşê nerazî ne deng ji xwe derdixin. Ne mimkun e ku bi awayekî mayînde deng ji AKP'ê ber bi CHP'ê ve biçin, lê belê di 23'yê Hezîranê de di şexsê Îmamoglû de dibe hin 'dengên emanet' ber bi CHP'ê ve biçin."
MA / Yasin Kobulan