DERSIM – Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku di Roja Dayikan de wê diyariya herî xweş qebûlkirina daxwaza zarokên wan be.
Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, wê li ber deriyên girtîgehan Roja Dayikan pêşwazî bikin. Dayikên zarokên wan di Girtîgeha Xarpêtê de ne, diyar kirin ku di Roja Dayikan de wê diyariya herî xwe, qebûlkirina daxwaza zarokên wan be.
Şerîfe Kiliç (65) ku kurê wê Bariş Kiliç zêdetirî 4 mehan e di greva birçîbûnê de ye, got: "Di Roja Dayikan de, diyariya herî xweş ew e ku daxwaza zarokên me bê qebûlkirin."
‘GAV BAVÊJIN'
Bedriye Kasûn (70) ku kurê wê Nîhat Kasûn ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku diyariya herî xweş aştî ye û ew ji bo aştiyê têdikoşin. Kasûn, xwest dewlet ji bo grevên birçîbûnê rojek berî rojekê gavina bavêje û bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.
Fecîre Ergen ku kurê wê Mûrat Ergen 4 meh in di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku di Roja Dayikan de ew aştî û aramiyê dixwazin û ev yek jş bi daxwaza zarokên wan pêkan e.
‘EM TIRKIYEYEKE BIARAM DIXWAZIN'
Sakîne Korkmaz (59) ku kurê wê Baran Bariş Korkmaz di greva birçîbûnê de ye, got: "Em aştiyê dixwazin. Em Tirkiyeyeke biaram dixwazin. Bila diyariya me ya Roja Dayikan aştî be."