RIHA - Huseyîn Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe pêkanînên li girtîgehê ragihandin û destnîşan kir ku tenduristiya wan xirab dibe, îdareya girtîgehê ava fêkiyan û tiştên avî nade wan.
Li Gitîgeha Tîpa F a edîrneyê, Huseyîn Aydin ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Aydin, bi rêya malbata xwe pêkanînên li girtîgehê ragihandin. Aydin, anî ziman ku tenduristiya girtiyan her diçe xirabtir dibe, girtiyên di greva birçîbûnê de 18-20 kîlo zihîf bûne, nexweşîn li girtiyan peyda bûye. Her wiha Aydin, ragihand ku bia wayekî rêk û pêk nayên kontrolkirin û wan nabin revîrê. Aydin, destnîşan kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye pêkanînên kêfî yên îdareya girtîgehê jî zêde bûne û ji bo girtî nikaribin hevdu bibînin qawşên wan tên giherandin. Aydin, bilêv kir ku xweşikî ew nikarin ji kantînê tiştekî bikirin. Aydin, diyar kir ku ew ji kantînê ava fêkiyan, çîqolata, şekir û lîmonê dixwazin lê belê ji wan re tê gotin ku tune ne. Aydin, bal kişand ser çalakiya dayikan jî û got: "Heta ew hebin û li ber xwe bidin ji bo me dibin cihê moralê. Çi dibe bila bibe em bibiryar in. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Divê her kes li cem dayikan cih bigire û dengê xwe li dengê wan zêde bike."