WAN - Mehmet Aydin ku kurê wî Rojhat Aydin li Girtîgeha Tokatê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wî 73 kîlo bû lê niha bûye 50 kîlo.
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Rojhat Aydin (22) ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Mehmet Aydin destnîşan kir ku berî kurê wî dest bi greva birçîbûnê bike 70 kîlo bû lê belê niha 50 kîlo ye.
Rojhat Aydin, di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdînê de bi birîndarî hatiye girtin û dadgeh dixwaze 76 caran cezayê muebeta giran lê bibire. Bav Mehmet Aydin, bilêv kir ku moralê kurê wî pir baş e û berî kurê wî dest bi greva birçîbûnê bike 73 kîlo bû lê belê niha 50 kîlo ye. Bav Aydin bang li raya giştî kir û got: "Zarokên me li ber çavên me dihelin. Em di meha Remezanê de ne. Her ku em li ser sifrê rûdinên, xwarin di qirika me re naçe. Bang li serokomar, Wezareta Dadê CPT'yê dikim. Vê pirsgirêkê hel bikin. Tecrîdê rakin, bila zarokên me nemirin."
‘BILA HIKÛMET GAVINA BAVÊJE'
Bav Mehmet Aydin mudaxileya li dayikan tê kirin jî şermezar kir û got: "Zarokên me dihelin. Divê kes bêdeng nemîne. Xwarin di qirika me re naçe. Bila ev êş biqede. Zarokên me dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ev daxwazake hiqûqî û demokratîk e. Di qanûnan de jî tecrîd sûc e. Niha 7 hezar girtî li ber çavên me dihelin. Qey wijdan nemaye. 7 hezar mirov li ber çavên me dihelin. Berî tiştek bê serê zarokên me, em dixwazin hikûmet gavna bavêje."