EDENE – Engîn Okûdûcû ku 127 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku ji devê wî xwîn tê û got: "Lê bedêl çi dibe bila wê çalakiya me dewam bike. Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
Engîn Okûdûcû 127 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye. Di 6'ê Gulanê de apê wî Sabahattîn Okûdûcû çû girtîgehê û ew ziyaret kir. Okûdûcû, bi rêya apê xwe peyamek şand û destnîşan kir ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike. Okuducu bi rêya apê xwe ev peyam da: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. 24 kîloyan zihîf bûme. Her dem xwîn verdişim. 48 saet in tenê 2 saetan ketime xew. Heta demekê vîtamîn nedan me. Niha vîtamînan didin me. Rojnameyan nadin me. Em nizanin li derve çi diqewime. Bedêl çi dibe bila bibe wê çalakiya me dewam bike. Heta tecrîd bi dawî nebe, mirin jî tê de hebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
Ap Sabahattîn Okûdûcû, bilêv kir ku biraziyê wî pir zihîf bûye û got: "Nexweş e, lê dîsa jî ji bo tecrîd bi dawî bibe ket greva birçîbûnê. Bi biryar in. Ji me bi hêztir in. Wexta min ew dît heyr mam. Pir zihîf bûye. Tesîreke mezin li min kir."
BANG LI CPT'YÊ KIR
Okûdûcû, bilêv kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxwazeke hiqûqî û mirovî ye û bang li dewletê kir ku li gor qanûnên xwe tev bigere. Her wiha Okûdûcû bang li her kesî jî kir ku bibin dengê girtiyan û got: "Bang li CPT'yê dikim. Mirov dimirin. Li ber çavên me dihelin. Em dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin."