STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, di çalakiya Dayikên Şemiyê de, bi minasebeta Roja Dayikan, roja dayikên bêyî bigêjin zarokên xwe û jiyana xwe ji dest dan, pîroz kir û wiha got: "Em ê şopdarên têkoşîna wan bin. Em wan silav dikin. Dayikên Plaza De Mayo û Margarita Noia jî 42 salin bi heman armancê li qadan edaletê dixwazin.
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 737'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û xwestin çalakiya xwe berdewam bikin. Lê polîsan dîsa kolan ji çûn û hatinê re girtin û destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li qadê kom bibin. Piştî dayik rastî astengiya polîsan hatin çûn pêş avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û li vir daxuyanî dan. Dîsa wekî her hefteyê polîsan kolana ÎHD'ê ji çûn û hatinê re girt û dorpêç kir. Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik û malbatan tîşorên ku wêneyên windayan li ser heye û "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ser hebû li xwe kirin.
JI GELEK HATAN HATIN TEV LI ÇALAKIYÊ BÛN
Di çalakiyê de nûnerên Dayikên Plaza de Mayo, Dayikên Windayan ên Amed û Şirnexê, Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecioglu û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Halîl Alpsoy ê litaxa Kanarya ya Kuçukçekmece di 12'ê Gulana 1994'an de hat windakirin daxuyanî dan. Dîsa aqûbeta Kasim Aksoy ê di 19'ê Gulanê de li Edeneyê hat windakirin pirsîn. Dayikan di çalakiye de dîsa bertek nîşanî êrîşa polîsan a dayikan û binçavkirina rojnamegên ku çalakî dişopandin û hatin binçavkirin kirin."
EM ÊŞA HEMÛ DAYIKAN PARVE DIKIN
Vê hefteyê Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci daxuyanî xwend. Fincanci, bi minasebeta Roja Dayikan roja hemû dayikan pîroz kir û wiha got: "Ji ber roja dayikan berî her tiştî ez roja dayikên ku li zarokên xwe digeriyan û bêyî zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan pîroz dikim. Ez wan bi rêzdarî bibîr tinîm. Em ê têkoşîna dayikên ku negihiştin zarokên xwe û jiyana xwe ji dest dan berdewam bikin. We dest ji têkoşînê berneda em jî dest ji têkoşînê bernadin. Di vê roja dayikan de bêyî cudahiyê bikim ez êşa hemû dayikan parve dikim. Di sala 1977'an de li Arjantinê Dayikên Plaza de Mayo gotin 'Ji bo dayikekê îşkenceya herî mezin nediyariya qedera zarokên wan e.' û li dijî darbekaran dest bi têkoşînê kirin. Dayikên Şemiyê jî di sala 1995'an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyan kirin. Dayikên Şemiyê li Tirkiye berdewama Dayikên PLaza De Mayo ne. Wan di têkoşîna lêgerîna zarokên xwe yên winda de, azadîparêzî û aştîparêzî ji nûve ava krin. Dayikbûn, derxistin asta îtîrazê û siyaseta li hember."
TÊKOŞÎNA MALBATA ALPSOY
Fîncanci, anî ziman ku Halîl Alpsoy ê 37 salî dema li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê dijiya hat binçavkirin û windakirin. Piştî Alpsoy hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Di 18'ê Gulana 1994'an de jî li Edeneyê Kasim Alpsoy hat binçavkirin û carek din agahi jê nehat girtin. Halîl Alpsoy di 12'ê Gulana 1994'an de dema pitika xwe ya 40 rojî bi xwe re bir û ji ziyareta xizmên xwe vedigeriya malê, li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin. Her çend hevjina wî Fikriye îtîraz kir û li dijî wê derket jî polîsan got 'Meraq neke em ê dîsabînin' Piştre Halil Alpsoy li Texsiya Torosa spî suyar kirin birin û winda kirin. Piştre cenazeyê wî li 530 km dûrî Stenbolê li daristana Kirikkale hat dîtin. Piştre Kasım Alpsoy li Edeneyê di 18'ê Gulana 1994'an polîsan bi ser mala wî de girtin û binçav kirin. Kasim Alpsoy ê 30 salî bi lêdanê binçav kir. Polîsan ew êvarî serbest berdan û nasnameya wî desteser kirin. Alpsoy roja dîtir dema çû avahiya MÎT'ê nasnameya xwe bistîne. Lê Kasim Alpsoy piştî ket avahiya MÎT'ê carek din derneket. 25 salin windakirina Kasım û Halil Alpsoy înkar dikin.
EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BERDEWAM BIKIN
Hevjîna Kasim Alpsoy Leyla Alpsoy jî diyar kir ku 25 sal berê hevjînê wê li malê binçavkirin û wiha got: "Serê sibê îşkence lê kirin û ji malê binçav kirin. Roja dîtir dema çû nasnameya xwe bistîne carek din venegeriya. Em ê têkoşîna wan berdewam bikin.
DAYIKA PLAZA DE MAYO: 42 SALIN EM LI HEMAN QADÊ NE EM Ê BI SER BIKEVIN
Piştre li ser navê dayikên Plaza de Mayo Margarita Noia ku 14 salin li qadan in axivî û wiha got: "Ji ber ku ez li vir im ez serbilind im. Demek berî niha me 42 salên xwe yên dêkoşînê mi pey xwe hişt. Em her pêncşemê li heman qadê ne. Hêj em li vê qadê têkoşîna xwe berdewam dikin. Em hurmet û edaletê dixwazin. Heta ku edalet pêk bê emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi ser bikevin."
Dayika Şirin Bayram Remziye Bayram ku ji Amedê hat tev li çalakiyê bû jî wiha got: "Saet di 24.00'an de bi ser malê de girtin û birin. Ez ê heta dawî li Şirîn bigerim."
Keça siyasetmedarê kurd Ebubekir Deniz Ceylan Deniz ji wiha got: "Êz hêviya xwe diparêzim. Ez ê her dem bavê xwe bipêm. Ez bavê xwe dixwazim.
Kurê Mehmet Selim Orhan ê li navçeya Pasûra Amedê hat windakirin Adnan Orhan jî wiha got: "Ji 10 saliya xwe ve li xizmên xwe digerim. 25 salin dewlet bersîvê nade daxwazên me."