NAVENDA NÛÇEYAN - Malbat û xizmên girtiyan îro careke din xwestin ji bo piştgiriya zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polisan malbatan asteng kir û nehişt çalakî pêk bînin. Dayikê çalakgerekî greva birçîbûnê Nesîbe Başaran got: "Polis çi bikin jî em ê her roj bên çalakiya xwe li dar bixin." Li Riha û Amedê jî dayik daketin qadan û dengê xwe bilind kirin.
Dayik û malbatên girtiyan bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçibûnê ya hezaran girtiyan li Stenbol, Riha û Amedê dîsa daketin qadan û tevî hemû astengiyên polîsan çalakiyên xwe berdewam kirin.
STENBOL
Malbat û xizmên girtiyan ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, careke din xwestin ji bo piştgiriya zarokên xwe li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hesen Ozguneş û parêzeran jî piştgirî da malbatan. Malbatên ku li ser rêya 3-5’ê kom bûn, xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin. Polisan malbatan li vir da rawestandin û angaşt kir ku çalakî lidarxistine qedexeye û gefa mudaxalekirinê li wan xwar. Li ser gefa polisan parlamenter Hesen Ozguneş ji polisan re got ku ew li ser rê çalakî li dar naxin û tenê bi wan re diaxivin jî polisan destûr neda ku malbat ber bi girtîgehê ve bimeşin. Piştî Ozguneş xizmekî girtiyan jî ji polisan re ev tişt got: “Em nehatine şer, ji bo zarokên xwe em li vir in. Em tenê dixwazin 10 deqeyan rûnin. Dayik ji bo vegotina derdê xwe tên vir. Dayikên we jî hene.” Li gel van gotinan jî polisan diyar kir ku dê bi tu awayî destûr nedin wan.
‘ÊDÎ BES E’
Li ser astengiya polisan dayika Nesîbe Başaran ku kurê wê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye û di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi van gotinan bertek nîşanî polisan da: “Em mafdar in. Kezeba me dişewite. Em ê werin vir lê em ê bi ke ve biçin. Çend roj in em bi rojî ne. Li malê aramiya me tuneye. Zarokên me tiştekî nebaş nakin. Çi dikin bila bikin em ê her roj werin vir. Çend sal in em heman zilmê dibînin. Êdî bes e bes e bes e.”
RIHA
Malbatên girtiyan li Rihayê jî li avahiya HDP'ê ya Rihayê dest bi çalakiya Nobetê kirin. Dayik berî dest bi çalakiya xwe bikin li ber avahiyê HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan dayika Remziya Amûtgan ku kur û hevjînê wê di çalakiya greva birçîbûnê de ne axivî û diyar kir ku li malê ranazin û ji ber vê yekê dertên derve. Dayika Amûtgan, anî ziman ku ji bo bi dilekî rehet li malên xwe rûnin, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û greva birçîbûnê bi dawî bibe.
Piştî dayika Armûtgan parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî axaftineke kurt kir. Surucu çalakiya rojiya mirinê bi bîr xist û wiha got: "Daxwaza wan tenê ew e ku hikumeta qanûnên xwe pêk bîne. Em bang li Wezîrê Adaletê dikin ku qanûnên xwe pêk bînin û tecrîda rakin. Şikandina tecrîdê tê wateya deokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd e." Daxuyanî bi dûrişmeya 'Bijî berxwedana zindanan' bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê dayik ji bo çalakiya nobetê derbasî avahiya HDP'ê bûn.
AMED
Li aliyê din dayikên girtiyan ên li Amedê çalakiya rûniştinê ya ku çend roj in dixwazin li Parqa Koşûyoluyê pêk bînin, îro pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Meral Daniş Beştaş jî beşdarî çalakiyê dayika bûn û piştgirî dan wan. Beriya çalakiyê dema dayik ber bi Koşûyolûyê ve dimeşiyan di navbera dayik û polîsan de nîqaş derketin. Dayikan ji polîsan re gotin: "Em di sala 2019'an de ne lê hîn bêhiqûqî li Tirkiyeyê heye. Bes e dê hê çiqas zarokên me bimirin? Em edaletê dixwazin."
Di encama nîqaşa ku derket de polisan tenê Dayikên Aştiyê girtin hundirê parqê û endamên TUAY-DER'ê û xizmên girtiyan li derveyî parqê hiştin.
Dayikan di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Slav slav, hezar slav li Îmraliyê" , "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin" , "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" , " Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.
'EM TENÊ ZAROKÊN XWE DIXWAZIN'
Piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan dayikan meş li dar xistin. Erebeyên ji rê derbas dibûn jî bi lêdana qorneyan piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê dayikan Kudret Eryilmaz li ber avahiya TUAY-DER'ê daxuyanî da. Eryilmaz got:"Em ê nehêlin ku zarokên me bimirin. Bila Erdogan peywira xwe bi cih bîne. Tu behsa edalet û hiqûqê dike lê kanî edalet û hiqûq? Vê tecrîdê ji ser zarokên me rake. Em tenê zarokên xwe dixwazin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe ji bo zarokê me nemirin em ê her roj li qadan bin."
Piştî daxuyaniyê dayikan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.