AMED - Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Kurdistana Îranê hatin Amedê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Dayikan diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirginga Rêbeberê PKK'ê Abdullah Ocalan 185 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Kurdistana Îranê hatin Amedê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kir. Dayikan diyar kirin ku heta Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin. Dayikan piştî Leyla Guven ziyaret kirin li derve daxuyanî dan. Li gel dayikan Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û gelek kesên din amade bûn.
JINEK KURT PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNÊ DIKE
Li ser navê dayikan Sînor Hûseyîn axivî û wiha got: "Em li ser navê Dayikên Aştiyê yên Kurdistana Îranê hatin me ziyaret pêk anî. Ji ber astengiyan gelek dayik nehatin. Leyla Guven bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji jinan re dike. Leyla Guven jinek Kurd e. Wekî dayikek kurd pêşengiya têkoşînê dike. Têkoşîna Leyla Guven, ji bo dayikên ku zarokên xwe winda kirin pir bi wate ye. Divê her jina kurd piştgiriyê bide vê çalakiyê. Di têkoşîna azadiy kurd de her dem jinan pêşengî kiriye. Ev tekşîn bi jinan dest pê kir û wê bi jinan bilind bûn.
‘HETA OCALAN AZAD BIBE EM Ê TÊBIKOŞIN
Huseyîn, xwest her kes piştgiriyê bide çalakgerên di greva birçîbûnê de û wiha bi dawî kir: "Divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes têbikoşe. Heta Birêz Ocalan azad bibe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. "
Dayikên Aştiyê piştre Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêxistina HDP'ê ya Amedê ziyaret kir.