MÊRDÎN – Qeyûmê Dêrikê di nav 3 salan de di bin navê razandina ‘bultenê’ de 303 hezar TL pere razandiye hesabê rojnameya Mardîn Lîfe ya beriya demekê derketibû holê ku li Saziya Çapameniyê û Îlanê giliyê çend rojnameyên herêmî kiriye û xwestiye ku îlan nede wan.
Rojnameya Mardîn Lîfa, Rojnameya Kir’atim û Rojnameya Mardîn Îletîşîm di 17’ê tîrmeha 2018’an de daxwaznameyeke hevpar dabûn Saziya Çapameniyê û Îlanê (BÎK) jê daxwaz kiribûn ku îlan nede rojnameyên Mardîn Arena û Mardîn Haberê ku ji ber sedemên aborî hatibûn girtin. Midurê Karê Nivîsê yê Mardîn Lifeyê û Serokê Şaxa Cemîyeta Rojnameger û Nivîskarên Tirkiyeyê yê Mêrdînê Kadîr Urundu ku îmzeya wî li bin daxwaznayeke ji BÎK’ê re hatibû şandin de hebû, piştî ku vê sîxurtiya wan derketibû holê, bi van gotinan parastina xwe kiribû: “Min nexwendiye û îmze nekiriye, nayê bîra min.”
QEYÛM DÊRIKÊ 303 HEZAR TL DAYE
Derket holê ku Qeyûmê Derikê ku şaredariyê bi 15 milyon TL’yî ji Mardîn Lîfeyê deyndar kiriye, fînansmaniyê dike. Hatibû belgekirin ku dema Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê qeyûm ve hatiye birêvebirin, Rojnameya Mardîn Lifeyê salê di bin navê abonetiyê de 15 hezar û 350 TL û di bin navê karê ‘al û pankartan’ de jî 14 hezar 390 TL pere ji şaredariyê girtiye. Derket holê ku Qeyûmê Dêrikê jî di nav 3 salan de 303 hezar TL pere daye heman rojnameyê.
HÛRGILIYÊN RAZANDINÊN SALA 2017’AN TUNENE
Li gorî belgeyên ku hatine bidestxistin qeyûmê ku di 11’ê îlonê de tayînê Şaredariya Dêrikê hatiye kirin, di sala 2017’an de bi rojnameya navborî re dest bi xebatê kiriye. qeyûm di 17’ê nîsana 2017’an de cuda cuda 21 hezar 497 TL, 18 hezar 525 TL û 11 hezar 921 TL 3 lêçûn pere ji rojnameyê re razandiye. Qeyûm di 20’ê tîrmeha heman salê de bi 2 fatoreyên cuda 21 hezar 38 TL û di 22’ê tabaxê de 10 hezar 519, di 10’ê cotmehê de 21 hezar û 220 TL, di 27’ê kanûnê de jî bi bi 2 fatoreyên ku ji 6 hezar û 437 TL û 8 hezar 770 TL’an pêk tê daye rojnameyê.
Bi vê yekê qeyûm di sala 2017’an de bi giştî 125 hezar 936 TL pere daye rojnameyê. Balkêş e qeyûm qet cih nedaye hurgiliyên perê ku daye rojnameyê.
DI 2018’AN DE 64 HEZAR 610 TL DAYE
Qeyûm di sala 2018’an de jî bi rojnameyê re xebitiye. Di 12’ê sibat û 12’ê adarê de di bin navê ‘bultena rojnameyê’ de bi giştî 12 hezar 874 TL pere daye rojnameyê. Di 11’ê nîsanê de jî di bin navê ‘çapkirina belovak û rapora faaliyetê’ de 36 hezar 520 TL daye rojnameyê, di 12’ê tîrmehê de jî di bin navê ‘bultena rojnameyê’ de 6 hezar 437 TL 3U Dİ 13’ê tebaxê de jî bi heman binasiyê 8 hezar779 TL daye rojnameyê.
Bi vê yekê qeyûm di sala 2018’an de bi giştî 64 hezar 610 TL daye rojnameyê.
PÊŞIYA HILBIJARTINÊ JÎ 112 HEZAR 954 TL DAYE
Qeyûm di 3 mehên sala 2019’an de jî bi giştî 112 hezar 954 TL pere daye rojnameyê. Beriya Hilbijartina 31’ê Adarê di 16’ê çileyê de qeyûm di bin navê ‘bultena rojnameyê’ de 18 hezar 729 TL û di bin navê ‘nav û logoya serokatiya me’ de jî 14 hezar 47 TL daye rojnameyê.
Di 18’ê sibatê de jî qeyûm di bin navê ‘ bedêla çenteyên bot’ de 10 hezar 534 TL, di 28’ê adarê de di bin navê ‘bedêla hezar rojnameyî’ de 10 hezar 534 TL û di bin navê ‘ bedêla çenteyên pot’ de 12 hezar 290 TL, di bin navê ‘çenteyên pot, salname, bultena rojnameyê’ de 46 hezar 820 TL daye rojnameyê.
MA / Ahmet Kanbal