STENBOL – Îhsan Sînmîş (55) ku li dijî tecrîdê li girtîgehê bi dest greva birçîbûnê kir, piştî berdana xwe li malê çalakiya xwe didomîne. Hevjîna Sînmîs Nezaket Sînmîş ku piştgiriyeke mezin dide hevjînê xwe rewşa li mala xwe wiha anî ziman: “Em li ser xwarinê rûnin jî hebûna birçîbûna kesekî ya li ber serê me loqan di gewriya me de dide rêzkirin. Çi dibe bila bile ez li pişta hevjîna xwe xwe me.”
Îhsan Sînmîş (55) bi hezaran girtiyan re ji bo bidawîkirina trecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 1’ê adarê de li Girtîgeha Sîlîvriyê ket greva birçîbûnê. Sînmîş piştî ku hat berdanê jî îro 72 roj in li mala xwe çalakiya xwe didomîne. Sînmîş di 28’ê adara 2018’an de dema tayînkirina qeyûm a ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê wek xebatkarê çapxaneyê hatibû binçavkirin û girtin. Sînmîş di rûniştina doza xwe ya ku di 11’ê adarê de hat dîtin de ji “endamtiya rêxistinê” 7 sal 6 meh û ji “gerandina çeka bêruxsat” jî salek û 10 meh ceza xwar û hat tehliyekirin.
14 SAL DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Sînmîş cara yekemîn di sala 2000’an de tê girtin û piştî ku salan girtî dimîne tê berdan. Di demên cûda de çend carên tên jî tê girtin. Sînmîş di 55 salê jiyana xwe de 14 salan di girtîgehan de derbas kiriye. Sînmîş ku bavê 9 zarokan e, zarokê wî yê herî mezin 34 salî û yê herî biçûk jî 9 salî ye. Zarokên Sînmîş destpêkê her çiqas ji ber tenduristiya wî bixwazin bavê xwe ji bo berdana grevê qanih bikin jî ji ber israr biryardariya wî niha piştgiriyeke mezin didinê.
Sînmîş ku 72 roj in grevê de ye gelek kîlo winda kiriye diyar kir ku saet 05.00’ê serê sibehê radibe û wiha got: “Dema radibim hinek nûçeyan temaşe dikim. Saet di 09.00’an de rojnameya min tê rojnameya xwe dixwînim.” Sînmîş anî ziman ku bi berxwedana wan dê aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bê sazkirin û ev bang kir: “Dê heta greva me bi serkeve em ê bidomînin. Bila kes devjêberdanê ji me daxwaz neke. Endam çi dibe bila heta tecrîda li ser Ocalan ranebe dê em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ez bang dikim ku herkes li dora daxwazin me bibe xelek.”
TAŞTÊ Û FIRAVÎNÊ NAXWIN
Sînmîş têkildarî mudaxaleya polisan a li hemberî dayikan jî ev tişt anî ziman: “Dayikên me yên 60-70 salî ku için ber derê girtîgeha çalakî li dar dixin, tên derbkirin, bi çoyan tên tendan. Piranî vê yekê temaşe dike. Divê herkes derkeve kuçeyan û piştgiriya dayikan bike.” Sînmîş têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê jî axivî û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Qerebalix êdî min aciz dike. Çavên min jî weke berê êdî nabînin. Her wiha di meşê de jî zehmetî dikişînim.
Hevjîna Sînmîş Nezahat Sînmîş jî diyar kir ku keça wan a biçûk her tim jê pirsa, ‘Dê bavê min kîngê bi me re xwarin bixwe’ dike û ev tişt got: “Li mala me taştê û firavîn nayê amadekirin û xwarin, tenê şîvê tê çêkirin. Ew jî xwarinên ku dê bîn ji wan bê çênakim. Dîsa jî ji bo ku bîna xwarinê neçe hevjînê min ez deriyê odaya ku ew lê digirim.” Hevjîn Sînmîş qala rewşa xwe û zarokên xwe jî kir û wiha pêde çû: “Em ê çawa xwarinê bixwin. Loq bi zorê di gewriya me de diçe ya jî naçe. Em li ser xwarinê rûnin jî hebûna birçîbûna kesekî ya li ber serê me loqan di gewriya me de dide rêzkirin.”
Hevjîn Sînmîş destnîşan kir ku rewşa tê re derbas dibin gelek li wan zor tê û piştgiriya xwe ji bo çalakiya hevjînê xwe bi van gotinan anî ziman: “Lê çi dibe bila bibe ez li pişta hevjînê xwe me. Dê em piştgiriya xwe berdewam jî bikin.
MA / Sadiye Eser