EDENE – Hunermend Mahsûn Gunsel ku 107 roj in li Girtîgeha Odemîşê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, meheke bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Dayik wî Esma Gunsel, anî ziman ku tenê du deqeyan kurê xwe dîtiye û got: "Ji ber bi tena serê xwe ye, fikar li me peyda dibin. Em dixwazin rojek berî rojekê ji hucreyê bê derxistin."
Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê, hunermend Mahsûn Gunsel 107 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê li hucreyê di greva birçîbûnê de ye. Hunermendê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Gunsel, di sala 2016'an de hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.
‘6 MEH CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎN'
Îdarea girtîgehê bi hinceta "kamerayên li qawîşan hatine bicihkirin şikandiye û dirûşme berz kirine" 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birî. Piştî cezayê hevdîtinê qediya vê car jî 6 meh cezayê hucreyê lê hat birîn û niha mehek e bi tena serê xwe di hucreyekê de ye.
Dayika wî Esma Gunsel di 8'ê Gulanê de ji bo hevdîtinê çû girtîgehê. Ewilî gardiyanan daxwaza hevdîtinê ya dayik Gunselê qebûl nekir, lê piştî demekê tenê ji bo 2 deqeyan kurê xwe dîtiye. Gunsel, destnîşan kir ku wexta wê bertek nîşanî vê rewşê daye gardiyanan gef lê xwarine û ew ji eywanê derxistine.
‘4 KESAN EW ANÎ'
Dayik Gunsel, anî ziman ku 6 meh in kurê xwe nedîtiye û ji ber greva birçîbûnê xwîn ji madeya kurê wê hatiye û got: "Kurê min bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Ji ber vê fikar li me peyda bûne. Bila rojek berî rojekê kurê min ji hucreyê derxînin. Jixwe rewşa wî xirab e." Gunsel, diyar kir ku wê serî li ÎHD'ê daye û xwest tecrîd bi dawî bibe. Dayik Gunsel, bilêv kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e û got: "4 kean bi ereboka biteker anîn cihê hevdîtinê. Nikaribûn biaxivin. Rewşa wan pir xirab bû. ji wê çaxê ve ji ber çavê min naçin. Xew bi çavê min nakeve. Li ber mirinê ne. Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Bila kes nemire."
MA / Hamdullah Kesen