ENQERE - Serokê Giştî yê FIDH'ê Dîmîtrîs Chrîstopoûlûs, diyar kir ku welatên YE'yê der barê mafên jiyanê yên li Tirkiyeyê xwe li bêdengiyê datînin û guh nadin bangawaziyê tên kirin. Her wiha Chrîstopoûlûs, destnîşan kir ku îktîdara siyasî bêdengiya YE'yê stendiye.
Serokê Giştî yê Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH) Dîmîtrîs Chrîstopoûlûs ku ji bo Xelata Martîn Ennals a 2019'an bide Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn hat Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê nirxandin.
‘HER DIÇE XIRABTIR DIBE'
Chrîstopoûlûs, destnîşan kir ku ji ber parêzvanên mafê mirova ye 30 sal in pêkanînên li Tirkiyeyê dişopîne û got: "Di demên dawî de her diçe Tirkiye xirabtir dibe. Beriya niha di destpêka 2000'î de hêviyek hebû, lê niha her diçe rewş xirabtir dibe."
Chrîstopoûlûs, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê nayê qebûlkirin. Chrîstopoûlûs, bilêv kir ku mafê her girtiye ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re pêk bîne û ev yek di peymanên navnetewî de jî cih digire. Chrîstopoûlûs, got: "Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran mafê hemûg iritya e. Ev di normên Neteweyên Yekbûyî de jî cih digire."
Chrîstopoûlûs, bal kişand ser mudaxileya polîsan a li ser dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne û got: "Berê jî çalakiya Dayikên Şemiyê hatibû qedexekirin. Firsenda min çêbibû ku hevdîtinê bi Dayikên Şemiyê re çêbikim. Em parêzvanên mafên mirovan destê didin Dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan. Mafê lihevkombûnê mafekî sereke yê mirovan e."
‘BÊDENGIYA YE'YÊ STENDIYE'
Chrîstopoûlûs, diyar kir ku ew wek FIDH ji bo du binpêkirinên mafan têdikoşin û got: "Yek jê; biserdeçûna hikûmeta tirk û ya din jî biserdeçûna Yekîtiya Ewropayê. Lê mixabin di demên dawî de bangawaziyên me bêbersiv dimînin. Her wiha hema bêje bangawaziyên me yên ji bo YE'yê qet nayên bihîstin. Niha ev her du rê jî xitimîne. Di navbera Tirkiye û YE'yê de meseleyeke din jî heye. Meseleya penaberan. Tirkiye bi beramberiya 3 milyar eûro malovaniyê ji 3 milyon kesî re dike. Tirkiye ji bo vê bêdengiya Yekîtiya Ewropayê stendiye."
MA / Berivan Altan