EDENE – Îhsan Bûlût ku 12 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, got: "Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe û heta hemû mafên Ocalan neyên dayîn wê çalakiya me dewam bike."
Li Girtîgeha Wanê, Îhsan Bûlût di 23'yê Sibatê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Bûlût, di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê û niha 12 roj in di rojiya mirinê de ye. Malbata wî di 7'ê Gulanê de çû girtîgehê û wî dît. Bûlût, diyar kir ku moralê wî pir baş e û wê çalakiya wan bi ser bikeve.
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE'
Bûlût, got: "Ez baş im. Moralê min baş e. Rojê tenê 3 îskan ava bişekir vedixwim. Parêzer hevdîtin bi Rêber re çêkirine. Lê belê ev nayê wateya ku tecrîda mutleq bi dawî bûye. Tecrîd didome. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe û heta hemû mafên Ocalan neyên dayîn wê çalakiya me dewam bike. Eger hevalên me yên di greva birçîbûnê de çalakiya xwe bi dawî bikin jî wê ya me dewam bike."
Bav Ahmet Bûlût ku kurê xwe dît, diyar kir ku kurê wî bi tena serê xwe nikaribûye bê cihê hevdîtinê. Bav Bûlût, bang li parêzvanên mafên mirovan û her kesî kir ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin û got: "Heta em sax bin em ê li pişta wan bin û ji bo doza wan bitêkoşin. Li 4 girtîgehan 15 girtî di rojiya mirinê de ne. Her wiha duh 15 girtiyên din jî tev li rojiya mirinê bbûn. Bedena xwe ji bo mirinê amade kirine. Em bang li malbatên wan dikin. Li pişta doza zarokên xwe bin û em bi hev re bitêkoşin. Divê em ji bo her tiştî hazir bin."