COLEMÊRG - Makbûle Aşkan ku hevjînê wê Abdûrrahman Aşkan di greva birçîbûnê de ye, got: "Di meha Remezanê de divê em bêtir dengê mirovên ketine greva birçîbûnê ragihînin."
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Abdûrrahman Aşkan ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Aşkan, ewilî di sala 1992'yan de di pîrozbahiya Newrozê de hatibû binçavkirin, piştî îşkenceyeke dijwar hat girtin û 3 sal û 4 mehan girtî mabû. Di sala 2003'ayn de careke din hat girtin û 3 salan girtî ma. Di sala 2016'an de careke din hat girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Aşkan zewicandî ye û 7 zarkên wî hene û niha 72 roj in di greva birçîbûnê de ye.
JI GIRTÎGEHÊ SILAV JI BO BERXWEDANA DAYIKAN!
Hevjîna wî Makbûle Aşkan ku temenê wê di rêya girtîgehan de derbas bûye, destnîşan kir ku her diçe çalakiya greva birçîbûnê belav dibe û ji bo rewşa hevjînê xwe got: "Hevjînê min got, 'moralê me baş e lê me pir kîlo daye'. Diyar kir ku girtî peywira xwe bi cih tînin, lê ya girîng helwesta ên li derve ye. Berxwedana dayikan jî silav kir. Hevjînê min, got dayik li hemberî bêdengiyê têdikoşin."
Aşkan, anî ziman ku ew di meha Remezanê de ne, mirov ji ber 15-16 saetan rojiyê digirin ji hal dikevin lê kesên di greva birçîbûnê de ne 180 roj in birçî ne û got: "Divê dengê kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê di meha Remezanê de bêtir bê ragihandin. Em xwedî li kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne derkevin."