DERSIM – Li Dersimê, xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê li Qada Seyîd Riza rûniştin.
Li Dersimê, çalakiya rûniştinê ya ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi pêşengiya HDP'a bajêr tê li dar xistin, di roja 5'an de jî dewam dike. Çalakiya rûniştinê her êvar li Qada Seyîd Riza tê lidarxistin û piranî dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de tev li çalakiyê dibin.
Di çalakiyê de jinan kitana spî girêdan û pankarta li ser "Deng bide jiyanê, bila kes nemire" nivîsandî hilgirtin.
Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, destnîşan kir ku ji ber ew jiyanê diparêzin her şev çalakiya rûniştinê li dar dixin û xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.
Çalakî bi berzkirina "Bijî berxwedana zindana" bi dawî bû.