STENBOL – Kesên li Emînonuyê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê "zincîra jiyanê" çêkirin polîsan mudaxileyî wan kir. Di mudaxileyê de rojnamevan Zeynep Kûray jî di nav de 8 çalakger hatin binçavkirin.
Li Emînonu li Çarşiya Misirê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, xizmên girtiyan bi destê hev girt û "zincîra jiyanê" çêkirin. Di dema vê çalakiyê de malbatan dirûşmeya "Bila tecrîd bi dawî bibe, Leyla bijî" û "Bijî berxwedan zindana" berz kirin.
Malbat bi vî awayekî qederekê meşiyan, lê belê polîsan mudaxileyî wan kir û rojnamevan Zeynep Kûray jî di nav de 8 çalakger binçav kirin.