EDENE – Burhan Çelîk ê 125 roj in li Girtîgeha Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ev du meh in kontrola tenduristiyê nayê kirin û got: “Heta tecrîd berdewam bike dê çalakiya me bidome.”
Burhan Çelîk ê 125 roj in li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Edeneyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir. Çelîk anî ziman ku ew di çalakiya xwe bi biryar in û got: “Em bi 8 hevalan çalakiya xwe didomînin. Ev nêzî du mehan e me dernexistine kontrola bijîşk. Li revîrê û beşên din ên tenduristiyê bijîşk nîne. Tenê hemşîre kîlo û tansiyonê me dipîvin. Ev rewş dibe sedema encamên neyînî. Divê di vê mijarê de hestiyarî çê bibe. Heta tecrîd dewam bike dê çalakiya me bidome.”