KOCAELÎ – Çalakiya malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebzeyê di roja 32’yemîn de jî hat astengkirin. Malbatan got ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Çalakiya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dan destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam kir. Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun îro destek dan malbatan. Malbat li ber navenda dan û stendinê ya Center a Gebzeyê li hev kom bûn, xwestin bi wesayîtên xwe biçin ber hepsê. Li cihek nêzî hepsê polîsan pêşiya malbatan birî û wan dorpêç kirin. Polîsan destûr neda malbat li ber deriyê hepsê çalakî li dar bixin.
‘ÇALAKIYÊN AŞTIYANE NE’
Fatma Kurtulan bi polîsan re nîqaş kir û pêkanînên polîsan ên li dijî dayikan û malbatan pêk tînin wek “bêhiqûqiyê” nirxand û got çalakiyên tên lidarxistin gellek aştiyane ne.
‘HÛN NE ROJNAMEGER IN’
Di kêliya nîqaşê de polîsan nasnameyên malbatan kontrol kir. Polîsan rojnamegeran jî asteng kir û got: “Hûn ne rojnameger in nikarin li vir kişandinê bikin.”
Malbatan jî diyar kir ku heta tecrîd bê şikandinê dê li ber hepsê çalakî li dar bixin û piştî astengiya polîsan malbat ji ber hepsê veqetiyan û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.