AMED – Baroya Amedê ji bo xwedî derketina sûrên dîrokî yên Amedê ku bêxwedî hatine hiştin banga xwedî derketina restorasyonê kir.
Baroya Amedê ji bo sûrên Amedê yên di Lîsteya Mîrasa Çanda Cîhanê ya UNESCO de cih digire û yek ji mîrasên herî girîng ên bajêr ku bi çand û dîroka xwe tên zanîn li hin cihan ji ber hildiweşin û kes lê xwedî dernakeve daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya bi sernavê “Em ê nebin temaşevanên tunekirina mîrasên xwe çandî” ya Baroyê ku belav kir wiha ye: “Keleha Amedê, sûr û bircên Amedê ku bi mîrasên xwe çandî, dîrokî û xweşikiya xwe ya xwezayî tê zanîn ji ber bêxwedîbûnê û bêeleqeya wê hilweşiyaye û bi jibîrkirinê re rû bi rû maye.
XWEDÎ DÎROKA KEVNARE YE
Sûrên Amedê di Lîsteya Mîrasa Çanda Cîhanê ya UNESCO de cih digire, ji gellek şaristaniyan re malovaniyê kiriye. Di dîroka cîhanê de xwedî cihek grîng de cih digire. Sûrên Amedê ku kevnarene bûye mijara gellek stran, manî, efsane û çîrokan. Bi kevirên xwe yên reş û neqşên dîrokî bûye mîrasê çanda cîhanê.
PÊŞNIYARA PLATFORMÊ
Dewlet neçare bi lezgînî ji bo mîrateya çandî tedbîran bigire. Dikarin bi hibe û fonan bê restore kirin. Ji bo xwedî derketina sûr û bircên Amedê em Platforma Şopandina Bajêr a Amedê ku ji gellek saziyan pêk were, pêşniyar dikin.”