STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, ji bo ku dengên zarokên xwe bidin bihîstin îro dîsan xwestin bimeşin ber Girtîgeha Bakirkoyê, lê rastî mudaxileya polîsan hatin û nûçegihanê me Îrfan Tûncçelîk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, îro jî xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê nobetê bigirin, lê hatin astengkirin. Malbatên li kêleka rêya E-5 kom bûn, ji vê derê xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin, lê polîsan pêşî li malbatan girtin û bi îdîaya ku çalakî qedexe ye, gelek kes binçavkirin.
Di dema binçavkirin de polîsan nehiştin nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Îrfan Tûncçelîk dîmenan bikişîne û piştre Tûncçelîk binçav kirin.
Navê çend kesên hatin binçavkirin wihane: Hûrî Tayfûr, Sacîde Tayfûr, Emîne Kaya, Vetha Bîngol, Naciye Karabaş, Asûman Çeşme, Yeter Seyhan, Gulsum Dag, Emîne Sarûhan û Guler û Beyaz ên paşnavê wan nehat zanîn.