ÎDIR – Li herêma Dîlûca ya Îdirê, li dijî leşkeran êrîş pêk hat, eskerek mir û yek jî birîndar bû.
Hat diyar kirin ku li herêma Dîlûca ya Îdîrê ya dikeve navbera sînorê Îran û Tirkiyeyê li dijî leşkeran êrîş pêk hat. Di êrîşa de, eskerê peyman ê piyade Hakan Ozdemîr di êrîşê de mir û eskerek jî, birîndar bû. Eskerê birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hat kirin û li herêmê operasyonek leşkerî ya berfireh hat destpêkirin.