MÊRDÎN - Piştî ku Şaredariya Dêrikê HDP'ê bi dest xist, endamên Meclîsa Şaredariyê bi piraniya dengan xwest navê Ugur Kaymaz ê ku qeyûmê ji parkê biribû carek din ji nûve navê Kaymaz li Parkê bê kirin. Lê Qeymeqamiya Dêrikê bi hêceta têkiliya navê Ugur Kaymaz "Bi rêxitsina terorê re heye" biryara Meclîsê red kir.
Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 26'ê Gulana 2006'an de parkek hatibû avakirin û navê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li Qosera Mêrdînê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin li parkê hat kirin. Navê parkê ji aliyê Hasan Kafkas ê Qeymeqam ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin ve hat guhertin û navê kesê li cîhanê herî dirêj yê bi nava Sultan Kosen ku ji Dêrikê bû li parkê hat kirin. Piştî ku HDP di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ket û şaredarî bi dest xist xwest careke din navê parkê lê bê vegerandin û ji bo vê di 29'ê Nîsanê de pêşniyara xwe ji meclisa şaredariyê re ragihand. Pêşniyar ji aliyê meclisa şaredariyê ve bi piraniya dengan hat qebûlkirin û şaredariyê vê biryara hat girtin ji qeymeqamtiyê re ragihand.
Qeymeqamtiya Dêrikê, biryara şaredariyê bi hêceta têkiliya navê Ugur Kaymaz "Bi rêxistina terorê re heye" red kir.