Reberê PKK’ê Ocalan: Ne navbeykar muxatab im, kirdeya polîtîk im û li virim

  • rojane
  • 10:54 10 Gulan 2019
  • |
img

AMED- Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku di encama bandora çalakiyên greva birçîbûnê de hevdîtin pêk hatiye. Uysal destnîşan kir ku Ocalan pozisyon xwe wek “muzekerevanê demokratîk” pênase kiriye û ev  gotinên wî parve kir: “Ji ber pozîsyona ku têde me muxatab im. Kirdeya polîtîk im û li virim. Ev bi salan e wiha ye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara yekemîn di 2’ê gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pek anî. Li gel ku 4 parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kiribû jî tenê ji 2 parêzeran re destûr hat dayîn.  Hevdîtin ji aliyê parêzeran ve di 6’ê gulanê de ji raya giştî re hat ragihand. Binasiya dereng ragihandina hevdîtinê weke dereng dayîna metna ku ji aliyê Ocalan û girtiyên li cem Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Akaş ve hatibû îmzekirin û ji raya giştî re hatibû ragihandin, hat nîşandan. Parêzer Newroz Uysal ku bi parêzer Rezan Sarica re destûra hevdîtina wan bi Ocalan re hatibû dayîn, hevdîtina ku piştî 8 salan hat kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Uysal diyar kir ku muvekîlê wan Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û wiha got: “Ev tecrîd heta sala 2016’an bi awayekî fîîlî pêk hat. Ji tîrmeha 2016’an şûn ve veguherî biryara Dadgeriya Cezaya Înfazê.” Uysal bi bîr xist ku qedexeya hevdîtina bi Ocalan re ya bi binasiya cezayê dîsîplînê, di 17’ê nîsanê de ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê ve bi binasiya “Qedexeya hevdîtinê li derveyî qanûnan e” hatiye rakirin, di 22’ê nîsanê de ji wan re hatiye ragihandin û di 2’ê gulanê de hevdîtin pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 17’ê nîsanê de hatiye rakirin jî serlêdanên me yên di nav 2 hefteyan de bi awayekî neyînî hatin bersivandin.” 
 
‘ZINDÎ XWANÊ DIKIR’
 
Uysal da zanîn ku hevdîtin bi qasî saetekê domiyaye û bi van gotinan qala kêliyên pêşwazîkirina Ocalan a wan kir: “Ocalan beriya me biribûn odeya hevdîtinê. Me li pêya pêşwazî kir. Me silav da hev û em rûniştin. Zindî xwanê dikir. Têkildarî tenduristiya wî ya fizikî rewşeke neyînî li ber çavê me neket. Me tenduristiya wî pirsî. Helwesta bi prensîb a Brêz Ocalan a têkildarî tenduristiya wî ji xwe berî niha jî tê zanîn. Dîsa got ku divê tenduristiya wî dernekeve pêş û ji bo wî pirsgirêkên civakî esas in, lê destnîşan kir ku di tenduristiya wî de pirsgirêk tunene û rewşa wî baş e. Bal kişand ser sekna xwe li Îmraliyê jî û bi israr ev tişt gotin, ‘Li vir di nav 4 dûwaran de ji berxwedana fizîkî wêdetir ez bi rihî li ber xwe didim. Her roja ku derbas dibe jî ez vê yekê xurtir dikim. Tişta min bi hêz dide sekinandin û li vir hêza berxwedanê dide min, hêzkirina min a rihî û zihnî ye’.”
 
‘NAVBIRA CAN HATIYE RAKIRIN’
 
Uysal bi bîr xist ku di hevdîtinên parêzeran ên beriya niha de hevdîtin li pişt navbira cam û bêyî ku destê xwe bidin hev pêk hatine û wiha qala hevdîtina wan kir: “Vê hevdîtina me bêyî navbira cam li odeya hevdîtina parêzeran pêk hat. Di navbera me de cam tunebû. Di hevdîtinên beriya niha de cam hebû. Me firsenda dest girtina Ocalan jî dît. Ev babeteke gelek girîng e. Me siûda ku temasî Ocalan bikin jî dît, lê di vê hevdîtina kurt de di navbera me de maseyek û dîsa ewlekar û cîhazê deng girtinê hebû.” 
 
‘TECRÎD PÊK TÊ, HER ROJA KU DERBAS DIBE EZ BI HÊZTIR DIBIM’
 
Uysal destnîşan kir ku Ocalan jî tevlî tespîta Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ku dibêjin, ‘Di şexsê Ocalan de gelê kurd hatiye tecrîdkirin’ bûye û nirxandineke nêzî tespîta wan kiriye û ev tişt anî ziman: “Berî ku em diyar bikin tecrîd berdewam dike wî bixwe got ku tecrîd didome. Brêz Ocalan, ‘Li vir di esasê xwe de ji komployê heta niha 20 sal in, di nav 4 dûwaran de li gel min, min di şexsê min de gelê kurd jî hatiye tecrîdkirin. Ez 20 sal in li gel vê yekê jî di çareserî, aştî û sekna xwe de tavîz nadim. Heta her ku diçe bi hêztir dibim. Hê kûrtir pirsgirêkan bê alî dinirxînim’. Xisûsên ku me têkildarî tecrîdê ragihand û rewşa ku ew bi xwe radigihîne, aliyekê tecrîdê ye.”
 
'BANGA MIN E' 
 
Prz. Newroz Uysal, der barê metna hevpar ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ligel îmzeya girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş  parve kir û wiha got: "Beriya ku em daxuyaniyê bidin me di destpêke de got: 'Ev ne metnê muzakereyê ye û ne jî metnê mutabakatê ye. Yanî Birêz Ocalan beyî temasê bi rayedarên dewletê û hikûmetê re pêk bîne ev metîn nivîsîye. Ev metnek cuda ye. Yemek car metmekî bi îmzeya 3 muwekilên me yên din re bi me û cemaweriyê re parve dike. Yekem car helwestek li hemberî derve nîşan dide. Dema ev yek îfade kir got 'Divê hûn dersê ji vê yekê derxin. Em ê şaşiyên berê dubare nekin. Di vê mijarê de ev banga min e. Ev bang wê bi cemaweriyê re bê parvekirin. Me ev yek bi 3 hevalên din re parve kir û nirxand. Em 4 kes li ser bûn yek.' Birêz Ocalan niqaş û sekna xwe ya hundirin, wekî 'Sekna Îmraliyê' pênase kir. Wekî ku tarif kir îmlzeya 4 kesan li bin metnê hebû. Ev nîşan dide ku her çend nerîn û pêşniyarên Birêz Ocalan hebin jî ev sekna Îmraliyê tevahî ye. Sekna komî ku wekî 'Sekna Îmraliyê' penase kiriye ye. 
 
'PIŞTÎ HEVDÎTINÊ ME SERLÊDAN KIR LÊ BERSÎV NEHATIYE' 
 
Uysal, bal kişand ser aliyê daxuyaniya Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê ya "Qedexeya hemû girtiyên li Îmraliyê hatiye rakirin" û wiha lê zêde kir: "Ji bo tecrîda bi taybetî li Îmraliyê pêktê bidome, hin caran bi rêya zagonan, hin caran jî bi awayekî fîîlî domandin. Heta niha tişta pêk hat ev bû. Biryar hebe û tune be dîsa tecrid heye. Lê 2 sal û nîv e ango ji Tîrmeha 2016'an birayek xistine meriyetê. Ew biryar tevi hemû îtîrazê me red dikin. Lê çibû di îtîraza me ya dawî ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê ve hat qebûlkirin. Di serlêdanê dawî de tespît kir ku ev rewş li dijî hiqûqê ye. Dema ev biryar da biryarek ku tenê ji bo Birêz Ocalan qedexe radike û ji bo 3 girtiyên din qedexe didome tune . Ji bo 4 muwekilê me ji ev biryar derbasdar e. Divê qedexe li ser 4 girtiyan bê rakirin. Piştî vê hevdîtinê me roja înê jî serlêdan kir. Lê heta niha der barê serlêdana me de tu bersîv tune. Rakirina vê biryara qedexekirinê gavek hiqûqî ye. Ziyareta me ne di encama vê gava hiqûqî de pêk hat. Di heman demê de dema Birêz Mehmet Ocalan çû hevditin kir, biryara qedexeyê hebû. Li gel vê biryara qedexe dîsa Mehmet Ocalan çû hevditin kir. Lê di çûyina me de ev biryara qedexeye rakir û wekî ku hevdîtinek hiquqî ye nîşan da. Ev rewşek cuda ya tecrîdê ye. Ev gotinên manipulatîf ên piştî hevdîdinê, dibe ku berê hatine hesapkirin." 
 
'DIVÊ MUZAKEREYÊN DEMOKRATÎK JI DU ALIYAN RE BAŞ BÊ VEGOTIN'
 
Uysal, da zanîn ku dema çûn hevdîtinê metnek di destê Ocalan de hebû, lê piştî derketin ew metin netan wan û wiha pêde çû: "Di hevdîtinê de ew metn bêtir bi berfirehê girt dest. Sernavên Ocalan ên li ser li hevkirin û muzakereyên demokratîk derket pêş. Ocalan ev pozisyon wekî "Muzakereya demokratîk" pênase kir. Uysal, anî ziman ku Ocalan sekna xwe ya muzakereyên demokratik bi salan e diparêze û ji beriya 1999'an heta niha xwedî vê helwestê ye. Ji ber ve yekê bang li hemû beş û hêzên demokratîk kir ku baş vê yekê fam bikin. Birêz Ocalan diyar kir ku ji ber demê bêtir ji bo pozîsyona muzakereyek bi hêz de li Îmraliyê amade ye. 
 
'EMÊ JI PAŞEROJÊ DERSÊ DERXIN' 
 
Uysal, têkildarî geşedanên li Sûriye û QSD'ê jî sekna serokatiyê nirxand û wiha got: "Xisûsa herî girîng qisûsa Sekna Îmraliyê û mijara SDG'ê ye û wiha pêde çû. "Brêz Ocalan, sekna xwe ya 'Sekna Îmraliyê' bi gotina 'Sekna me ya Îmraliyê li ser sekn û biryara danezana me ya 2013'an e. Ev xisûsa Danezana 2013'an çiye? Di vê danezana Newrozê de gelek xal hene. Yek jê 'Çareseriya siyaseta demokratik û aştiya bi rûmet e' Berî her tiştî dixwaze li ser siyaseta demokratîk nêzîk bibe. Dîsa dixaze bi 'muzakereyên demokratîk' pirsgirêkan çareser bike. Di vê mijarê de sekna xwe pir zelal anî ziman. Ji ber ku got "Em ê ji paşerojê dersê derxin" Bi vê gotinê tenê qala paşeroja nêzîk nake. got 'paşeroja me 24-26 bi Ozal  re heye. Em ji bo hevdîtina aştiyê ne ji niha de bi salan in amade ne. Ev pir zelal anî ziman. 
 
Xisûsa têkildarî QSD’ê gellek tê nîqaşkirin û axaftin. Bi taybetî QSD niha rêbaza heyî wek kanton, federasyon ango xweserî yanî navê wî çi dibe bila bibe, xisûsa rêbaza demokrasiya xwecihî di makeqanûna bê çêkirin de cih bigire. ‘Di vê nokteyê de teqez çareserî, li hev kirin dibe hebe, divê çanda demokrasiyê jî cih bigire, li gorî makeqanûna heyî herî kêm bi qasî pergala navendî, yanî li Sûriyeyê kesek pergala navendî dispêre. Heke li Sûriyeyê tiştek tevahî çêbibe jî em demokrasiya xwe ya xwecihî dispêrin. Di vê nokteyê de bi qasî hikumeta navendî mîsoger bikin jî divê rêbaza me ya demokrasiya xwecihî jî mîsoger bikin. Dema ev bê kirin, dema çareserî derkeve holê, di vê xisûsê de hemû welatiyên li Ewrûpa û Tirkiyeyê dê hemû vegerin welatê xwe.’  Vê yekê jî bi zelalî anî ziman. Dîsa li wir xisûsên hesasiyeta Tirkiyeyê hene. Her wiha di vê nokteyê de ‘ruhê Eşmê’ yê di danezana 2013’an de bi bîr xist. ‘Tirkiye wisa êrîşên topyekûn kir, wek Efrîn, Idlib nikare bike. Divê neke, wê winda bike, lê li beramberî vê jî QSD ji çanda pevçûnê wêdetir, pêwîste dîplomasiyê, çareseriyê, muzakereya demokratîk hilde rojeva xwe û nîqaş bike. Mînak wergirtina Tirbeya Suleyman Şah. Çawa ku bû wesîleya şatafatek, çawa ku bû wesîleya merasîmek leşkerî. Qet ne hewceyî wê bû. Tiştek gellek hêsan bû ku bi muzakereya demokratîk bihata çareserkirin. Ji bo em ji hesasiyetên Tirkiyeyê re hestiyar bin, divê Tirkiye jî wir wek tehdît nebîne.’ Haya wî ji vê sewqiyata dawî ku hat kirin jî hebû. Ev xisûs gellek xisûsek hat nîqaşkirin bû.” 
 
'DI NAVA 3-4 SALAN DE TIŞTÊN XOFDAR QEWIMÎN’ 
 
Uysal têkildarî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, şerên li bajaran qewimîn, tayînkirina qeyûman a şaredariyan, girtina parlamenterên HDP’ê ka di rojeva Ocalan de hebûye an tunebûye jî wiha got: “Pêvajoya xweseriyê, pêvajoya hilbijartinê, pişt re jî tayînkirina qeyûman a şaredariyan, binçavkirin, betalkirina parlamenteriyê, wek sernav sernav di rojeva Birêz Ocalan de tune bû. Hilbijartina dawî pêk hat jî di rojeva wî de tune bû. Lê dema behsa muzakereya demokratîk, ‘Sekna Îmraliyê’ û pêvajoyê kir bi yek hevokekê got ‘di nava 3-4 salên dawî de tiştên xofdar qewimîn û diqewimin. Lê dîsa jî hûn bi lingên xwe yên prangayên xwe digerin. Divê hûn ji van prangayên xwe rizgar bikin. Pêwîste her kes di nava xwe de demorkatîkbûnê bihewîne û jê fêm bike.’ Behsa pêvajoya vî 3-4 salê dawî kir. Lê bi hurgûlî û kurahî mijarê venekir.” 
 
Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, yek ji mijara herî zêde di nava raya giştî de di navbera Ocalan û rayedarên dewletê de tu hevdîtin dewam kirine an jî nekirine hat meraqkirin. Uysal derbarê vê mijarê de jî wiha got: “Wî bi xwe behsa îfadeyek wiha nekir. Tiştek wiha ne mijara gotinê ye.” 
 
'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ KIR KU HEVDÎTIN PÊK HAT’ 
 
Uysal têkildarî mijara ku gellek hat nîqaşkirin gelo hevdîtina li gel Ocalan ji bo geşedan û pêşketinên li Rojava yanî QSD’ê pêk hatiye jî wiha got: “Dema me daxuyanî da jî ev pirsa gelo ‘hevdîtin têkildarî geşedanên li Sûriyeyê ne’ hat kirin. Birêz Ocalan jî îfade kir. Bandora greva birçîbûnê li ser derketina vê metne heye. Ev bandor vekirîbû. Û got ‘ez silav û rêzên xwe ji wan re dişînim.’ Ancak piştî vê hevdîtinê ne dîroka hevdîtinek din, ne jî dîroka dayîna metnê ku bidin me û ne jî pêvajoya pişt re planek ku em ê organîze bikin ne mijara gotinê ye.” 
 
'HILBIJARTIN DI ROJEVA WÎ DE TUNE BÛ’
 
Uysal anî ziman k udi hevdîtina wan û Ocalan de hilbijartina Stenbolê ya dê dubare bibe qet di rojeva wan de cih negirtiye û got: “Yek tespîtek û gotinek birêz Ocalan têkildarî hilbijartina Stenbolê û hilbijartina 31’ê Adarê tune bûye. Nebû rojeva me jî. Biryara YSK’ê ya ji bo hilbijartina Stenbolê jî di rojeva wî de tune bû. Dema em ji wir derketin jî wî bi israr got ‘hûnê vê bigirin û bibin bixwînin.’ Tevî ku wisa got jî ji ber me metnê ango peyamê negirt, em li bendê man. Çimkî metna me yê deklere bikira ne nêrînên me bûn. Hemû hevok û peyama ku bi nêrînên wî bûn. Daxuyandina dereng a metne jî bi rastî jî ne li gorî hesab û kîtabê me bû. Ancak em nizanin dewletê hesab kiriye gelo? Em ne di wê rewşê de ne ku di vê mijarê de tiştek zelal bêjin.” 
 
'GOT NE DIYARE HÛNÊ WERIN AN NEYÎN'
 
Uysal, têkildarî gelo wê hevdîtin dewam bike yan na de jî wiha got: “Hevdîtinek pêk hat, lê tu garantiya ku em ê carek din biçin hevtinê tuneye. Dewlet di warê hiqûqî de, ji bo bi dest xistina mafê hiqûqî, ne xwedî vînek serekeye. Ji ber ku piştî hevdîtinê me tu gotinên ‘hûnê dure jî werin’ ne bihîstin. Ne rêveberiya girtîgehê û ne jî wezîrê mûxatabê vê mijarê jî tiştek negotin. Dîsan Birêz Ocalan emê carek din biçin girtîgehê yan na de tiştek negot. Berevajî got ‘ne diyare ku hûnê werin an na.’ Ger pêvajoyek hebûya, bê guman dê ji bo çûyîna me ya Îmraliyê gotinek bihat gotin. Lê tiştek wiha çênebû. Dîsan pêşdîtinek jî, tuneye. Di vê mijarê de em rabin bêjin li hevkirin çêbûye, ev planek YSK’ê ye û ji bo hilbijartina Stenbolê hesabên ku hatine kirine, dê vê daxuyanî vale derxîne û bibe sedama sabotekirina vîna çareseriya giştî ya ‘Sekna Îmralyê’ ya heyî. Dixwazin bi awayekê pir eşkere bêjim ku çûyîna me jî û daxuyanî dayîna me jî, ji ber şert û mercên heyî, ket vê rojê.”
 
'NAMEYA ŞAND TESLÎM NEKIRIN’'
 
Uysal, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojname û kovarên me ji muwekîlê xwe re şandin gehiştine destên wî, lê tenê rojnameya Yanî Yaşam ji bo wî nehatine dayîn. Televîzyoneke wî ya 8 kanalan dikîşîne heye û got van kanalan temaşe dike. Em van kanalan nizanin, lê em texmîn dikin ku ev kanal kanalên nêzî hikumet û TRT ne. Me derbarê rewşa hiqûqî, pêvajoyên krîtîk ên şert û mercên heyî û serlêdanên hiqûqî de nivîs şandibûn. Di hevdîtinê de em fêr bûn ku piraniya van nameyên me nedane. Dîsan nameyekê ku wî ji me re şandibû, ne dane me. Di heman demê de got ew bi sê muwekîlên em yên din re, di aktîvîteyên spor û sohbetê yên heftane de hevdîtinê pêk tînin, rewşa wan başe û silavê wan ji malbatên wan û raya giştî re hene. Dîsan got, dikare pirtûkan bixwîne, lê ji ber pêvajoyê bi sînore. Ji bilê rojnameyên rêveberiyên girtîgeh dide û sohbetên bi sê girtiyên din re dike, tu agahiyek din ji bo wî nayê dayîn.”
 
'EZ NE NAVBEYNKARIM, KIRDEYEK POLÎTÎKIM’ 
 
Uysal, da zanîn ku ev hevdîtin ne dest pê ka pêvajoyekê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawan ku ev ne pêvajoyek nûye, di heman demê de reşnivîsek nû jî nehatiye avakrin. Lê Birêz Ocalan ev yek pir eşkere got; ‘Di pêvajoyên 2010-2011 û 2013-2015’an ew pêvajobûn ku ez pir kûr fikiribûm. Pêvajoyên ku herî bi wate yên li ser fikirîbûm. Di vê mijarê de tiştên di aqil û serê min de pir zelal bûn. Ji ber pozîsyona min a heyî ez mûxatabim, kirdeya polîtîkim, ne navbeynkarim û li virim. Bi salane jî, ev wihaye.’ Birêz Ocalan tu carî, di mijarên li ser hûr dibe de, bi awayekê rojane, heftiyekê du heftî nêz nabe. Ew mirovekê ku plangeriya Rojhilata Navîn a mezin dikeye û di hemû pêvajoyan de jî vîna wî ya çareseriyê heye."
 
MA / Lezgîn Akdenîz
 

Sernavên din

11/05/2019
14:26 Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike
14:00 Nûnerên gelan behsa mexdûriyeta nijadperestiyê kirin
13:57 Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike
13:51 Rojnameger Canan Çoşkun serbest berdan
13:04 Li Dusseldorfê ji 7 hezar kesan 7 hezar metre zincîra mirovan ava dikin
12:39 Kedkarên SES'ê ji bo keda xwe daketin kolanê
Polîsan mudaxale kir û gelek kedkar birîndar kirin
12:27 Polîs welatiyên dikevin Şaredariya Mêrdînê di kontrola nasnameyê re derbas dikin
12:17 Ji bo 15 rojan kolan û qad li çalakiyan hat qedexekirin
12:00 Ji ber şermezarkirina Komkujiya Roboskî hevserokê HDP’ê girtin
12:00 Qeyûmê Dêrikê 303 hezar TL daye rojnameya ‘sîxur’
11:34 Derhêner Demîrcî: Piştevanî jiyan bi xwe ye
11:19 Festîvala FîlmAmed bi eleqeyek baş dewam dike
10:59 'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne'
10:32 Hevjîna çalakger Sînmîş: Em ê piştgiriya xwe berdewam bikin
10:11 Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be
09:32 Berxwedana Leyla Guven di roja 185'emîn de dewam dike
09:21 Çalakgerê di grevê de Mahsûn Gunsek 30 rojin di hucreyê de ye
09:19 Serokê Giştî yê FIDH'ê Chrîstopoûlûs: Tirkiye bêdengiya YE'yê stendiye
09:19 HDP, dê li Amedê kongreyê li dar bixe
09:17 Qeyûm ji bo zewqa xwe 2 milyon TL xerc kiriye
09:10 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome
09:09 Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye
09:05 'Di meha Remezanê de 180 roj in di greva birçîbûnê de ne'
09:04 Du bira yên di grevê de: Teqez em ê bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN
08:57 Li Wanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê rûniştin
10/05/2019
22:18 Çalakî li tevahiya Stenbolê berbelav dibin
22:08 Ji Qada Seyîd Riza bang kirin
19:39 Li Parka Kûgûlûyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin
19:26 Li sînor du cenaze hatin dîtin
19:21 Çalakiya 'Deng bide jiyanê' didome
19:15 Mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê û 2 keyayên gundan hat betalkirin
18:29 Kesên 'zincîra jiyanê' çêkirin hatin binçavkirin
17:01 Kontrola tenduristiya girtiyên li Ceyanê nayê kirin
16:10 Li Derya Spî keştî noqî avê bû: 70 penaber fetisîn
15:54 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê hat taloqkirin
15:46 Di bîranîna Tahir Elçî de erîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin
15:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:30 Malbatên li Gebzeyê carek din hatin astengkirin
14:59 Baroya Amedê banga xwedî derketina sûrên Amedê kir
14:38 Ji Baroya Enqerê pankart: Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne
14:22 Dayik dîsa daketin kolanan û dîsa li ber xwe dan
14:07 Berdevkê HDP’ê: Tecrîd tenê ne pirsgirêka me û hikumetê ye
14:00 Polîsan li Bakirkoyê nûçegihanê me jî di nav de gelek kes binçav kirin
13:59 Di meha nîsanê de 20 akademîsyen mehkûm bûn û 6 rojnameger hatin girtin
13:48 TJA: Êrîşa li dijî dayikan sûcê mirovahiyê ye
13:34 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê avakirina xwe îlan kir
13:33 Ji ÎHD’ê û TÎHV’ê bang: Deng bidin jiyanê
13:05 Li Îdirê êrîş: eskerek mir û yek jî birîndar bû
12:45 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Qeymeqamiya Dêrikê navê Ugur Kaymaz red kir: Têkiliya nav bi 'terorê' re heye
10:54 Reberê PKK’ê Ocalan: Ne navbeykar muxatab im, kirdeya polîtîk im û li virim
10:50 Li girtîgehan koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir
09:36 2 zarokên malbata Bîlen ji bo veguhestina gurçikê li benda piştgiriyê ne
09:29 Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed didome
09:09 Hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ji bo bûyera îstismara cinsî bêdeng e
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye
09:08 'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
09:08 'Her sê proje jî ne yên qeyûm in'
09:07 Dayikên laçik spî: Heta zarokên me birçî bin çûyîna malê li me heram e
09:07 Erol Cengîz ê di rojiya mirinê de: Ji bo aştiyê bibin dengê me
09:07 Arslan: Bila tu kes bi aqilê kurdan nelîze
09:05 'Dema dayikan bi erdê re kaş bikin em ê çawa bi rihetî rakevin?'
09:05 ‘Em ê di Roja Dayikan de jî li qadan bin’
09:04 Dayika çalakger: Bi vê hevdîtina parêzeran pirsgirêk çareser nabe
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN
08:31 Berxwedana Guven di roja 184'an de dewam dike
Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir
09/05/2019
23:18 Çalakiyên ji bo greva birçîbîbûnê berbelav dibin: Laçikên spî bi daran ve girêdan
23:10 Mamoste Ayşe hat berdan
20:44 Dayikên li Qada Esenyûrtê hatin cem hev: Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
19:19 Li Girtîgeha Panosê vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
19:08 Nas: Divê CHP êdî gotina têkildarî kurdan biguherîne
16:52 Li Licê qeyûm tayînî şûna 10 keyayan kirin
16:41 Cerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt hat girtin
16:39 Li gel astengiyan jî, çalakiya xwe domandin
16:24 Malbatên li Gebzeyê: Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin
16:05 5 saet dîmenên komkujiya Pirsûsê di dosyeyê de tune ne
15:17 Dê maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL bikire!
15:13 Polîsan 2 zarokên ji bo ku îfade bidin bangî wan kirin, binçav kirin
15:08 Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan
14:53 Dayik li ber Girtîgeha Umraniyeyê ne: Em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin
14:46 Li Bakirkoyê, malbat û parêzer bi lêdanê binçav kirin
14:45 Li Dersimê pevçûn: 3 esker birîndar bûn
14:26 Danişîna doza ‘Çapemeniya KCK’ê hat dîtin: dozek nû li Genç vekirin
13:50 2 kes ji ber ‘zincîra mirovî’ hatin girtin
13:32 HDP’ê jinên di meha nîsanê de hatin kuştin ji Wezîr Selçûk pirsî
13:12 Polîs li ber deriyê Şaredariya Qoserê danîn
13:11 Taşdemîr: Deriyê Îmraliyê dema vedibe hêvî bilind dibe
13:10 Endamên ESP ên piştgirî dan grevên birçîbûnê hatin binçavkirin
12:48 Komîteya Amadekar a Mihrîcana FilmAmed: Sinema jî di bin tecrîdê de ye
12:33 Li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:47 Konferansa ‘Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin’
11:40 Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe
11:22 Ceylan: Betalkirina Stenbolê berdewama darbeya li hemberî HDP’ê ye
11:10 Tuzun: Heta tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome
11:04 Li Mexmûrê koma 49'emîn grev dewr girt
10:34 Laçikên spî bi daran ve kirin
10:33 ‘Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe’
10:30 Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê meşiyan
10:02 Polîsan 4 kesên di greva birçîbûnê de ne binçav kir