MÊRDÎN – Mehmet Salîh Tekîn û Erdogan Aktaş ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ji malbatên xwe re name şandin. Her du girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotin: "Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye."
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Mehmet Salîh Yîgît û Erdogan Aktaş ku ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji malbatên xwe re name şandin.
Nameya Erdogan Aktaş:
“Pêvajoya heyî pêvajoyeke dîrokî ye. Tevgera me ji bo bidawîbûna tecrîdê pêngavek da destpêkirin. Wekî hemû xwendekarên Ocalan, min jî di nav vê çalakiyê de cih girt. Ez amade me peywira dikeve ser milê min bi cih bînim. Ji bo şikandina tecrîdê çi bikeve ser milê me em amade ne. Em vê çalakiya xwe diyarî hemû kesên jiyana xwe ji dest dane û li ber wan rêzgirî xwe ditewînin.
Ji gel û ciwanên me daxwaza me ew e ku, bi awayeî xurt rabin ser piya û dengê xwe bilind bikin. Bila dengê xwe li dengê me zêdebikin ku li girtîgehan şehadet çênebe. Bêdengî mirin e."
Nameya Mehmet Salîh Tekîn:
“Ez jî wekî her xwendekarê Rêber Ocalan, ji bo berpirsiyariya xwe ya ehlaqî û polîtîk bi cih bînim, bi awayekî aktîf di nav vê serdemê de cih digirim. Çalakiya me ji 1'ê Adarê ve bênavber didome. Ev ji bo min cihê rûmetê ye. Ji bo şikandina tecrîdê çi bedêl bivê amade me. Jixwe em bedêlên pir giran didin. Lê em ê vê faşîzmê birûxînin.
Divê gelê me dengê xwe bilind bike û ji vê bêdengiyê re bêje 'êdî bes e'. Ev bêdengî me nerihet dike. Her kes dizane 15 hevalên me dest bi rojiya mirinê kirine. Ji bo darbest ji girtîgehan dernekevin divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê derkeve. Ji bo gelê me a rast ev e."