AMED - Piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP li Sûrê bi ser ket, lîsteya 151 miyon û 743 hezar û 819 lîre deynên ji serdema qeyûm man li avahiya şaredariyê hat daliqandin. Lê belê qeyûm-qeymeqam Abdullah Çîftçî ji ber vê yekê nerihet bû û projeyên di serdema xwe de li ser pankartekê nivîsand û bi sûrên Amedê ve daliqand. Lê belê derket holê ku 3 projeyên ku wekî "xizmetê" hatin nîşandan ne ên şaredariyê ne.
Piştî di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de li navçeya Sûrê HDP bi ser ket, lîsteya deynên ku qeyûm Abdullah Çîftçî xistin stuyê şaredariyê bi avahiya şaredariyê ve hat daliqandin. Lê belê qeyûm-qeymeqam Çîftçî ji ber vê rewşê nerihet bû û wî jî li ser pankartekê "xizmetên" kiriye bi sûrên Amedê ve daliqand. Lê belê derket holê ku 3 porjeyên wekî "xizmetê" hatin nîşandan ne ên şaredariyê ne.
Di 2 sal û nîvan de qeyûmên Sûrê, 151 milyon û 743 hezar û 819 lîre deyn xistin stuyê şaredariyê. Piştî rêveberiya HDP'î lîsteya deynên qeyûm daliqandin, qeyûm parast ku ev deyn ne yê wan in, ji dema rêveberiya BDP'î mane.
Ji projeyên ku qeyûm daliqandin, derketin holê ku sê jê ne ên şaredariyê ne. Ji evana yek jê restorasyona keleha hundurîn e ku ev di dema şaredariya Osman Baydemîr de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çêkirin; çêkirina sê kolanên li navçeyê jî ji aliyê şaredariyên Stenbol û Kocaeliyê ve hatiye çêkirin û projeya Qada Rekreasyonê ya Geliyê Dîcleyê jî ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hatiye amadekirin. Yanî her sê proje jî ne yên Şaredariya Sûrê ne.
Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, diyar kirin ku projeyên ku qeyûm bi sûrên Amedê ve daliqandine ne rast in.
'TU ELEQEYA WAN PROJEYAN BI SÛRÊ RE TUNE YE'
Ozdemîr, anî ziman ku li ser pankarta kuq eyûm daliqandiye xebata Sererastkirina Derdora Mizgefta Hz. Suleyman û Sererastkirina Derdora Pira Dehderî cih digire, lê belê ev xebat ne xebata Şaredariya Sûrê ye, ev der ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hatiye çêkirin. Her wiha Hevşaredar Ozdemîr, diyar kir ku çêkirina kolna Melîk Ahmet, Gazî û Îzzet Paşa jî ji aliyê şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Kocaeliyê ve hatine çêkirin. Ozdemîr, anî ziman ku qeyûm tiştek nekiriye û got: "Madem hûn bi xizmetên xwe bawer in, werin em bi hev re dakevin qadê. Tiştekî berbiçav tune ye. Dibêjin me bi 82 milyon lîreyî xizmet kiriye, hela bila werin bê li kuderê kirine."
'EM Ê TEŞHÎR BIKIN'
Hevşaredar Fîlîz Bûlûttekîn jî, destnîşan kir ku piştî ew bi temamî rapora fealiyetê ya dem qqeyûm lêkolîn bikin ew ê dakevin qadê û kontrol bikin û got: "Me 4 komîsyon ava kirin. Em ê dakevin qadê û binerin, hela ew xizmetên behsa wan tê kirin hene yan ne. Piştî me enqaz derxist holê em ê teşhîr bikin."
Her wiha Bûlûttekîn, diyar kir ku ew ê her meh tabloya deramet-lêçûnan a şaredariyê bi avahiya şaredariyê ve daliqînin.
MA / Lezgîn Akdeniz