AMED – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran a bi Ocalan re û diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û got: "Divê kes bi aqlê kurdan nelîze."
Di 2'yê Gulanê de parêzer çûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve cara ewil e ku parêzer hevdtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çêdikin. Lê belê piştî vê hevdîtinê parêzer û malbat ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan pêk anîn, lê belê bersiva serlêdanên wan nehat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Arslan, diyar kir ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî heyetên siyasî nikaribûne hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin. Arslan, anî ziman ku astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran bi awayekî kêfî tê kirin û dewlet guh nade qanûnên xwe. Arslan, ji bo hevdîtina di 2'yê Gulanê de pêk hat jî got "pêkhatina hiqûqê" û divê ev yek ne ji bo kurdan û ne jî ji bo Ocalan wekî lutfejê neyê nirxandin. Arslan, got: "Çimkî 8 sal in bêhiqûqtiyek heye. Hevdîtina 2'yê Gulanê jî ji ber dilneriheta civakê ye; ji lewre ji bo di grevên birçîbûnêd e rîskeke mezin rû nede dayiên girtin û gelek derdorên civakê dengê xwe bilind dikin û tev digerin. Bi heqaret û muameleyên nebaş ên polîsan re rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî xwedîderketinek heye. Ev her diçe mezintir dibe. Mirov dikare gelek tiştan ji vê hevdîtinê derxîne."
‘NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ'
Arslan, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê û destnîşan kir ku ev hevdîtin nayê wateya ku tecrîd bidawî bûye û got: "Birêz Ocalan jî der barê vê de dîtina xwe diyar kiriye. Ev hevdîtin li gor a 12'ê Çileyê di şertên hinekî asayîtir pêk hatiye. Hevdîtin bi qasî saetekê dewam kiriye. Helbet ev hevdîtin girîng e. Em dixwazin ev bia wayekî rêk û pêk be. Daxwaza zarokên kurd ên di greva birçîbûnê de, daxwaza siyasetmedaran ew e ku dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Divê Birêz Ocalan wekî girtî û hikumxwarin din bi karibe mafên xwe bi kar bîne."
‘MA JI BO HEVDTÎN BI OCALAN RE ÇÊBIBE DIVÊ ZAROKÊN KURD BEDENA XWE BIDIN BER MIRINÊ?'
Asrlan, diyar kir ku hevdîtina di 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an de bi saya çalakiyên greva birçîbûnê çêbûye û got: "Hevdîtina sêyem di roja 180'yemîn a çalakiya greva birçîbûnê de pêk hatiye. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêbibe gerek zarokên kurd bedena xwe bidin ber mirinê? Yanî wexta canê îktîdarê bixwaze wê rê veke, wexta nexware wê veneke. Divê bi vî awayî zarokên kurd ber bi talûkeyê ve neyên şandin?"
‘OCALAN POZÎSYONA XWE YA JI BO AŞTIYÊ DIPARÊZE'
Arslan, bal kişand ser peyaama ji Îmraliyê hatiye û got: "Birêz Ocalan pozîsyona xwe ya ji bo aştiyê diparêze. Diyar dike ku pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ancax bi hêzeke nerm dikarin bên çareserkirin. Diyar dike ku divê ji polîtîkayên şidet û rageşiyê dûr bikevin. Birêz Ocalan diyar dike ku divê hesasîyetên Tirkiyeyê jî esas bên girtin û li gor wê pirsgirêk bê çareserkirin.
Birêz Ocalan, behsa 4 salên borî nake. Ji bo şert û emrcên xwe, ji bo şertên tecrîdê tiştekî nabêje. Tenê behsa çareseriyeke demokratîk, behsa aştiyeke birûmet dike. Ligel vê bal dikişîne ser hesasiyetên Tirkiyeyê jî. Ev yek jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê tenê hêzeke aştiyê heye ew jî Birêz Ocalan e. Loma tecrîdkirina Birêz Ocalan ne rewa û hiqûqî ye. Tu fêdeya wê ji bo Tirkiyeyê tune ye."
‘DIVÊ ÎKTÎDAR DEV JI EKSA XWE BERDE'
Piştî hevdîtina bi Ocalan re hin derdoran diyar kir ku bi hikûmetê re "bazariyek" hatiye kirin. Arslan, ev yek bi zimanekî tund rexne kir û got: "Çapemeniya hewzê, derdorên şovenîst û netewperest ku 4 sal in tim heqaretê li kurdan dikin ji bo bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê gotinekê jî nabêje. Her kes behsa bazariyekê dike. Ne bawer im li holê bazariyek an jî pêvajoyeke ji bo çareseriyê hebe. Tenê ji bo carekê qanûn pêk hatiye. Wê ev yek bidome? Em nizanin." Arslan, destnîşan kir ku divê li hember vê nêzîkatiya erênî ya Ocalan îktîdar dev ji vê eksa xwe ya kor berde û hevdîtin bi awayekî rêk û pêk bên.
‘BILA TU KES BI AQILÊ KURDAN NELÎZE'
Arslan, ji bo hevdîtina pêk hat diyar kir ku ev nayê wateya toleransekê, berkesê wê tenê qanûn pêk hatiye û got: "Der barê hevdîtina bi Birêz Ocalan re, çav li tu rexneyena neketim. Yanî kes nabêje çima hevdîtin pêk hatiye. Lê hin derdorê vê hevdîtinê ber bi cihekî din ve dikişînin. Bi ya min divê îktîdar ji bo grevên birçîbûnê b dawî bibin û ji bo îtîbara xwe ya winda kiriye teze bike, bi berpirsiyariyeke siyasî tev bigere. Divê li pişta qanûnan be. Ancax bi vî awayî asayîbûnek pêkan e. Berevajî wê wê zarokên kurd bedena xwe bidin ber mirinê, wê li ber çavan bihelin paşê wê hevdîtin çêbibe û grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Du sal şûnde wê ev rewş dîsa rû bide. Bila kes bi aqilê kurdan nelîze. Asta hişmendiya polîtîka a kurdan pir bilind e. Bila kes bi erzanî nêz nebe. Kurd vê yekê qebûl nakin. Birêz Ocalan vê yekê qebûl nake."
MA / Ozgur Paksoy