WAN - Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê, gotin: "Wexta zarokên me birçî bin, dayik bi erdê ve bên kişandin ma em ê çawa bi rihetî serê xwe deynin ser balîfê?"
Li Wanê, dayikên ku li avahiya HDP'ê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo sê rojan ketin greva birçîbûnê, bang li her kesî kirin ku bibin dengê girtiyan. Fadîle Polat, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide malbatên girtiyan ketiye greva birçîbûnê û got: "Ji bo piştgiriyê ilim divê zarokên me di greva birçîbûnê de bin? Girtiyên di greva birçîbûnê de hemû zarokên min in. Hindik maye Leyla Guven têkeve roja 200'emîn. Meha Remezanê ye. Em hem rojiya xwe digirin hem jî ji bo 3 rojan ketne greva birçîbûnê. Em bi rojî ne, xwarin nayê bîra me. Ji ber girtî xwarinê naxwin av jî di qirika me re naçe. Wexta zarokên me birçî bin, dayik bi erdê ve bên kişandin ma em ê çawa bi rihetî serê xwe deynin ser balîfê?" Polat, destnîşan kir ku roj roja yekîtiyê ye û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Mirin tahl e. Em naxwazin tu kes jî bimire."
'EM NAXWAZIN DAYIK BÊN DERBKIRIN'
Gulçîn Karabûlût jî bang li rayedaran kir ku rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û destnîşan kir ku li dijî bêhiqûqîtiyê ew ji bo sê rojan ketiye greva birçîbûnê û got: "Em êrîşa li hemberî dayikên ku ji bo zarokên xwe têdikoşin qebûl nakin. Em naxwazin li malê di televîzyonan de çav li halê dayikan bikevin. Em neheqiyê qebûl nakin. Bila tecrîd bi dawî bibe."
Xemê Aydin ku kurê wê Rojhat Aydin ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tokatê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku tenê daxwazek wan heye ew jî bidawîbûna tecrîdê ye û got: "Di vê meha Remezanê de bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bibe dengê girtiyên di greva birçîbûnê de."