Berxwedana Guven di roja 184'an de dewam dike
Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir

  • rojane
  • 08:31 10 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye di roja 184'an de didome.

Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 184'an de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 171'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 145'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 146'an de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 111'emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 70'an de berdewam dike. 
 
ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DIDOME  
 
Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 11'emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne, wiha ne: "Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay."
 
KOMA DUYEMÎN DEST BI ROJIYA MIRINÊ KIR
 
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di 8'ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku li girtîgehan piştî koma ewil a çalakgerên rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dê di 10'ê Gulanê de 15 girtiyên din jî daxilî çalakiya rojiya mirinê bibin. 
 
Navê 15 girtiyên koma duyemîn ên îro dest bi rojiya mirinê kirin, wihane: 
 
Li Girtîgeha Kandarayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şafî Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê; Saît Ozturk.
 
BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE 
 
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 124 roj, Gurbet Ektîren 115, Mahsun Şen 126 û Mûrat Aksin 57 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 124 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 73 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin. 
 
8 ÇALAKGERÊN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.  

Sernavên din

11/05/2019
14:26 Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike
14:00 Nûnerên gelan behsa mexdûriyeta nijadperestiyê kirin
13:57 Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike
13:51 Rojnameger Canan Çoşkun serbest berdan
13:04 Li Dusseldorfê ji 7 hezar kesan 7 hezar metre zincîra mirovan ava dikin
12:39 Kedkarên SES'ê ji bo keda xwe daketin kolanê
Polîsan mudaxale kir û gelek kedkar birîndar kirin
12:27 Polîs welatiyên dikevin Şaredariya Mêrdînê di kontrola nasnameyê re derbas dikin
12:17 Ji bo 15 rojan kolan û qad li çalakiyan hat qedexekirin
12:00 Ji ber şermezarkirina Komkujiya Roboskî hevserokê HDP’ê girtin
12:00 Qeyûmê Dêrikê 303 hezar TL daye rojnameya ‘sîxur’
11:34 Derhêner Demîrcî: Piştevanî jiyan bi xwe ye
11:19 Festîvala FîlmAmed bi eleqeyek baş dewam dike
10:59 'Ji bo me dayikan diyariya herî mezin jiyankirina zarokên me ne'
10:32 Hevjîna çalakger Sînmîş: Em ê piştgiriya xwe berdewam bikin
10:11 Çalakgera grevê: Wê encam serkeftin be
09:32 Berxwedana Leyla Guven di roja 185'emîn de dewam dike
09:21 Çalakgerê di grevê de Mahsûn Gunsek 30 rojin di hucreyê de ye
09:19 Serokê Giştî yê FIDH'ê Chrîstopoûlûs: Tirkiye bêdengiya YE'yê stendiye
09:19 HDP, dê li Amedê kongreyê li dar bixe
09:17 Qeyûm ji bo zewqa xwe 2 milyon TL xerc kiriye
09:10 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiya me wê bidome
09:09 Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye
09:05 'Di meha Remezanê de 180 roj in di greva birçîbûnê de ne'
09:04 Du bira yên di grevê de: Teqez em ê bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN
08:57 Li Wanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê rûniştin
10/05/2019
22:18 Çalakî li tevahiya Stenbolê berbelav dibin
22:08 Ji Qada Seyîd Riza bang kirin
19:39 Li Parka Kûgûlûyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin
19:26 Li sînor du cenaze hatin dîtin
19:21 Çalakiya 'Deng bide jiyanê' didome
19:15 Mazbataya 4 endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê û 2 keyayên gundan hat betalkirin
18:29 Kesên 'zincîra jiyanê' çêkirin hatin binçavkirin
17:01 Kontrola tenduristiya girtiyên li Ceyanê nayê kirin
16:10 Li Derya Spî keştî noqî avê bû: 70 penaber fetisîn
15:54 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê hat taloqkirin
15:46 Di bîranîna Tahir Elçî de erîşa polîsan a li dijî dayikan şermezar kirin
15:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:30 Malbatên li Gebzeyê carek din hatin astengkirin
14:59 Baroya Amedê banga xwedî derketina sûrên Amedê kir
14:38 Ji Baroya Enqerê pankart: Em tam jî li dijî bêhiqûqiyê ne
14:22 Dayik dîsa daketin kolanan û dîsa li ber xwe dan
14:07 Berdevkê HDP’ê: Tecrîd tenê ne pirsgirêka me û hikumetê ye
14:00 Polîsan li Bakirkoyê nûçegihanê me jî di nav de gelek kes binçav kirin
13:59 Di meha nîsanê de 20 akademîsyen mehkûm bûn û 6 rojnameger hatin girtin
13:48 TJA: Êrîşa li dijî dayikan sûcê mirovahiyê ye
13:34 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê avakirina xwe îlan kir
13:33 Ji ÎHD’ê û TÎHV’ê bang: Deng bidin jiyanê
13:05 Li Îdirê êrîş: eskerek mir û yek jî birîndar bû
12:45 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Qeymeqamiya Dêrikê navê Ugur Kaymaz red kir: Têkiliya nav bi 'terorê' re heye
10:54 Reberê PKK’ê Ocalan: Ne navbeykar muxatab im, kirdeya polîtîk im û li virim
10:50 Li girtîgehan koma duyemîn dest bi rojiya mirinê kir
09:36 2 zarokên malbata Bîlen ji bo veguhestina gurçikê li benda piştgiriyê ne
09:29 Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed didome
09:09 Hîn jî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ji bo bûyera îstismara cinsî bêdeng e
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Ev çalakî ji bo me cihê rûmetê ye
09:08 'Ji bo Santrala Akkûyûyê nimûneya zemîna etutî negirtine'
09:08 'Her sê proje jî ne yên qeyûm in'
09:07 Dayikên laçik spî: Heta zarokên me birçî bin çûyîna malê li me heram e
09:07 Erol Cengîz ê di rojiya mirinê de: Ji bo aştiyê bibin dengê me
09:07 Arslan: Bila tu kes bi aqilê kurdan nelîze
09:05 'Dema dayikan bi erdê re kaş bikin em ê çawa bi rihetî rakevin?'
09:05 ‘Em ê di Roja Dayikan de jî li qadan bin’
09:04 Dayika çalakger: Bi vê hevdîtina parêzeran pirsgirêk çareser nabe
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2019'AN
08:31 Berxwedana Guven di roja 184'an de dewam dike
Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir
09/05/2019
23:18 Çalakiyên ji bo greva birçîbîbûnê berbelav dibin: Laçikên spî bi daran ve girêdan
23:10 Mamoste Ayşe hat berdan
20:44 Dayikên li Qada Esenyûrtê hatin cem hev: Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
19:19 Li Girtîgeha Panosê vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
19:08 Nas: Divê CHP êdî gotina têkildarî kurdan biguherîne
16:52 Li Licê qeyûm tayînî şûna 10 keyayan kirin
16:41 Cerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt hat girtin
16:39 Li gel astengiyan jî, çalakiya xwe domandin
16:24 Malbatên li Gebzeyê: Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin
16:05 5 saet dîmenên komkujiya Pirsûsê di dosyeyê de tune ne
15:17 Dê maşîneya zirxî ya 5 milyon û nîv TL bikire!
15:13 Polîsan 2 zarokên ji bo ku îfade bidin bangî wan kirin, binçav kirin
15:08 Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan
14:53 Dayik li ber Girtîgeha Umraniyeyê ne: Em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin
14:46 Li Bakirkoyê, malbat û parêzer bi lêdanê binçav kirin
14:45 Li Dersimê pevçûn: 3 esker birîndar bûn
14:26 Danişîna doza ‘Çapemeniya KCK’ê hat dîtin: dozek nû li Genç vekirin
13:50 2 kes ji ber ‘zincîra mirovî’ hatin girtin
13:32 HDP’ê jinên di meha nîsanê de hatin kuştin ji Wezîr Selçûk pirsî
13:12 Polîs li ber deriyê Şaredariya Qoserê danîn
13:11 Taşdemîr: Deriyê Îmraliyê dema vedibe hêvî bilind dibe
13:10 Endamên ESP ên piştgirî dan grevên birçîbûnê hatin binçavkirin
12:48 Komîteya Amadekar a Mihrîcana FilmAmed: Sinema jî di bin tecrîdê de ye
12:33 Li ber Girtîgeha Şirnexê daxuyanî: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:47 Konferansa ‘Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin’
11:40 Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe
11:22 Ceylan: Betalkirina Stenbolê berdewama darbeya li hemberî HDP’ê ye
11:10 Tuzun: Heta tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome
11:04 Li Mexmûrê koma 49'emîn grev dewr girt
10:34 Laçikên spî bi daran ve kirin
10:33 ‘Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe’
10:30 Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê meşiyan
10:02 Polîsan 4 kesên di greva birçîbûnê de ne binçav kir