AMED - Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a der barê girtina mamoste Ayşe Çelîk de, mamoste Ayşe hat berdan.
Di sala 2016'an de mamoste Ayşe Çelîk ji Amedê bi telefonê li bernameya "Beyaz Show" geriyabû. Ji ber di bernameyê de gotibû "bila zarok nemirin" sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û di 20'ê Nîsana 2018'an de tevî keça xwe ya 6 mehî ketibû girtîgehê. Di 4'ê Gulanê de înfaza wê ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, lê belê çend roj berê dîsa hat girtin. Piştî Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da ku girtina wê binpêkirina mafa ye hat berdan. Piştî Dadgeha Qanûna Bingehîn biryareke bi vî rengî da parêzerên Çelîkê Mahsûnî Karaman û Benan Molû serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bakirkoyê dan. Dadgehê biryara parêzeran nirxand û der barê Çelîkê de biryara berdanê da.