STENBOL - Dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li Qada Esenyûrtê hatin cem hev, bilêv kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bitêkoşin.
Dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, 15 roj in bênavber li Qada Esenyûrtê çalakiya rûniştinê li dar dixin, îro jî di bin dorpêça polîsan de hatin cem hevdu û daxuyanî dan. Dayik li ber avahiya HDP'ê ya Esenyûrtê hatin cem hevdu û berê xwe dan Qada Esenyûrtê. Piştî demekê polîsan bi wesayîtên zirxî dayik dorpêç kirin. Polîs nasnameyên dayikan kontrol kirin. Welatiyên dîtin ku dayika hatine dorpêçkirin bertek nîşanî polîsan dan û polîsan ew bi darê zorê ji qadê dûr xistin.
Paşê dayik û xizmên girtiyan rûniştin û gotin, heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bitêkoşin.