AMED – Şukruye Bozdag ku çû Girtîgeha Tîpa L a Panosê kurê xwe Mehet Bozdag ê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de dît, diyar kir ku karbonat, şekir, xwê û lîmonê nadin girtiyan.
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê Mehmet Bozdag ji 16'ê Kanûna 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayik Şukriye Bozdag ku di 8'ê Gulanê de çû girtîgehê kurê xwe dît, got rewşa kurê wê nebaş e.
'ZILMÊ LI WAN DIKIN'
Dayik Bozdag, anî ziman ku hevalên kurê wê ketine milê kurê wê û anîne cihê hevdîtinê û got: "Kurê min pir zihîf bûye. Destên wî direhilîn. Min bi destê wî girt, wekî qeşayê bûn. Min bi destê xwe hewl da destên wî germ bikim. Lê germn nedibûn. Wekî qeşayê cemidî bûn. Zilmê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin. Vîtamîn, karbonat û tiştên şîrîn nadin wan."
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Dayik Bozdag, xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Êdî bes e. Bila gavin bên avêtin. Rewşa kurê min nebaş e, lê bi wî halî jî moralê min xweş dikir. Digot, dayê teqez em ê bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."