STENBOL - Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê Prof. Dr. Nesrîn Nas, biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê û nêzîkatiya CHP'ê ya li hemberî kurdan nirxand û wiha got: "Ez ji sekna hilbijêrên kurd tu fikara nakim. Divê êdî CHP jî gotinên xwe yên der barê Kurdan de biguherîne.
Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê ya berê Prof. Dr. Nesrin Nas, der barê biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û nêzîkatiya CHP'ê ya hilbijêrên Kurd de nirxandin kir. Nas, anî ziman ku YSK'ê bi vê biryarê pergala 70 salan hilweşand û wiha got: "YSK'ê bi vê biryarê pergala demokrasiyê ya 70 salan hilweşand. Ev biryareke jiyanî ye. YSK, ji sala 1950’an heta niha bêyî rastî astengiyan bê pêş ket. Hilbijartin girêdana herî dawî ya welatiyan a bi dewletê re ye. Mafê hilbijartinê bi rêya têkoşînê bi dest dixin. Ji ber vê yekê girêdanek girîng dibînin. Bi ve biryarê baweriya hilbijêran a îktîdarê biguherine ji holê rabû. Di 12'ê Îlonê de jî bi rêbaza eskerî gelek zagon guhertin û Makeqanûnek nû ava kirin. Lê dest bi zagona YSK'ê ya di sala 1950’an de hat avakirin nedan. Ji ber ku esker dizanin ku ev xeleka dawî ya welatiyan bi dewletê ve girê dide ye. Ger ku ev xelek jî xut bibe welatî ji dewletê qut dibin. Ji ber vê yekê di serdema darbeya 12'ê Îlonê ya eskerî de jî dest YSK’ê nedan. Lê mixabin vê hikûmetê destê xwe avêt YSK’ê û biryarên giran dan.
'NE TENÊ MUDAXALEYA HILBIJARTINA STENBOLÊ YE, DI HEMAN DEMÊ DE AVAKIRINA REJÎMA OTORÎTER E'
Nas, da zanîn ku ev biryar ne biryarek hêsan a betalkirinê ye û wiha axivî: "Qanûna hilbijartine diyar dike ku bi hêsanî nayê betalkirin. Di mevzûata YSK’ê de ev yek heye. 4 pusula davêjin zarfê. Endamê Lisneya sindoqê 3 pusula rast dijmêre, lê pûsula din hîle dike. Kenê gura bê tê. Nikarin vê yekê bi tu kesî bidin famkirin. Îktîdarê bi xwe lijneya sindoqan diyar kiriye. Lê ji ber ku li gorî wê lîne nekiriye vê carê vê carê gunehê wê ji stuyê hilbijêran derdixe. Ev yek raste rast xezpkirina mafê hilbijêran ê dengan e. Ev ne tenê mudaxaleya hilbijartina Stenbolê ye. Di heman demê de avakirina rejîma otorîter a bi pergal e. YSK'ê bi heman zagonên hilbijartinê vê îktîdarê referandum pêk anî. Vê iktîdarê pergala serokatiyê guhert. Vê îktîdarê Serokomar hilbijart. Ev îtîraza ku niha dike hemû ji bo hilbijartinên din jî derbas dar in. Ger ku ev hilbijartin ne rewa be, wê demê hilbijartinên borî jî ne rewa ne. Îktîdar bi van gavan rê li pêş meşrûtiyeta xwe digire.
SIYASET NE TENÊ KARÊ SIYASETMEDARAN E
Nas, bal kişand ser gotina TUSÎAD'ê ya der barê biryara YSK'ê de û wiha got: "TUSİAD’ê got 'Em bi fikar in' Lê ji ber vê gotinê Serokomar Tayip Erdogan got 'Hûn şaşiyan dikin. Divê her kes hedê xwe zanibe' bi awayekî veşarî gef xwar. Siyaset ne tenê karê rejîma otoriter e. Dibêje 'Ger ku tu bijîşk be bijîşktiya xwe bike.' Di demokrasiyê de çîna siyasetê tune ye. Di pergala demokrasiyan de her kes berpirsiyarê pêşeroja welatê xwe ye. Der barê pêşeroja welatê xwe de xwedî mafê gotinê ye. Bi vê helwesta otorîter wê pergala abori têk biçe û darbeyê bixwe. Bi biryara YSK'ê ya 6'ê Gulanê kîlît li deriyê aboriya Tirkiye xistin. Wê tenê mirovên xwe dewlened bikin. Bixwazin wên hin kesan dewlemend bikin û yên din jî bibin îflasê.
'BAREKÎ MEZIN LI SER HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE'
Nas, herî dawî bal kişand ser rol û rista hêzên demokrasiyê û destnîşan kir ku di pêvajoyek wisa de barekî giran li ser milê hêzên demokrasiyê ye û wiha bi dawî kir: "Hilbijartina 23'ê Hezîranê êdî ne tenê hilbijartina Stenbolê ye. Ev êdi hilbijartina Tirkiye û rejîmê ye. An Tirkiye wê berê xwe bide rejîma otoriter. An jî wê wê karta zor nîşanî rejîma otorîter bide.
KURD JI ME ÇÊTIR DIZANIN DEMOKRASÎ ÇIYE
Hilbijêrên Kurd ji me gelek çêtir dizanin ku demokrasî çiye û ne çiye. Ji bo deriyê demokrasiyê li seyasetê bê vekirin herî zêde wan bedel dan. Ji ber vê yekê ji sekna hilbijêrên kurd tu fikara min tune ye. Divê CHP êdî nerîn û gotinên xwe yên der barê Kurdan de biguherîne. Divê êdî tirsa 'Ez li gel te rawestim wê min bi terorê tawanbar bike' ji ser xwe bavêje.
MA / Sadiye Eser