ÇEWLÎG - Cerdevan Omer Dînler ê li navçeya Kanîreşê hevjîn û zarokekê xwe kuşt û 2 zarokên xwe jî birîndar kir, hat girtin
Li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, cerdevan Omer Dînler ê hevjîna xwe Songûl Dînler (24) û kurê xwe Efekan (1) kuşt û 2 zarokên xwe Fatîh û Yûsûf Dînler (6) birîndar kirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da, sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê ji bo cerdevan Dînler biryar girtinê da û şand girtîgehê.
Li aliyê din dermankirina 2 zarokan li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê dewam dike, cenazeyên dayik Songul Dînler û kurê wê Efekan piştî otopsiyê, li gundê Behçe yê Kanîşerê hatin definkirin.