AMED - Dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê bi rojane dixwazên li Parqa Koşûyolûyê çalakiya rûniştinê pêk bînin û ji aliye polisan ve tên astengkirin, îro jî bi israra çalakiya xwe domandin.
Dayik û malbatên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, bi rojane dixwazên li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan çalakiya rûniştinê pêk bînin. Ligel ku ji aliye polisan ve tên astengkirin û rastî tundiya polisan tên îro jî vê israra xwe domandin û xwestin derbasî parqê bibin. Lê malbat îro jî bi astengiya polisan re rû bi rû man. Malbatên girtiyan ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê yên Amedê Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn û Semra Guzel jî hebûn, dema ku ber bi parqê ve dimeşiyan li Dûryana Batikentê ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û têketina wan a parqê hat astengkirin.
JI BER KU BERTEK NÎŞAN DA HAT BINÇAVKIRIN
Polisan piştî ku dayika dorpêç kirin, nasnameyên wan kom kir û xwest di Lêgerîna Zanyariyên Giştî (GBT) re derbas bike. Dema dayikên girtiyan bertek nîşanî vê pêkanînê da polisan xwest careke din mudaxaleyî dayikan bike. Di vê kêliyê de welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn, bi gotina; ‘Hûn çi dikin ew dayikên’ bertek nîşanî polîsan da, ji aliyê polisan ve destê wî bi paş ve hatin kelepçekirin û hat binçavkirin.
Malbat piştî ku li noqteya ku ji aliyê polisan ve hatin dorpeçkirin, çalakiya rûniştinê pêk anîn, ber bi bînaya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ve meşiyan. Malbatan di meşê de dûrişmeyên “Dayik çareseriyê dixwazin” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polisan heta meşa malbatan bi dawî bû jî şopandina xwe domandin.
‘PIŞGIRÎ BIDIN TÊKOŞÎNA ME’
Li ber bînaya TÛAY-DER’ê li ser navê malbatan dayika bi navê Meymenet Boz ve daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku kurê wê Yûsûf Boz ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Dayika Meymenet bal kişand ser meha Remezanê û ev tişt anî ziman: “Em di bin vê tavê de bi rojî tên heta vir. Em êdî xwarin naxwin. Ji bo ku ji xwe re çareyek bibînim, ez xwe davêjim derve. Dê heta kîngê bidome. Zarokên me li ber çavên me roj bi roj dihelin. Daxwazan rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Divê daxwaza wan pê re bê qebûlkirin. Ez bang li herkesî dikim. Kesên kezeba wan diişewite, werin piştgirî bidin têkoşîna me. Em naxwazin zarokên me bimirin.”
Piştî daxuyaniya dayika Meymenet, çalakiya malbatan bi dawî bû.