KOCAELÎ – Malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebzeyê ku polîsan carek din wan asteng kir diyar kirin ku ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Çalakiya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di roja 31’emîn de dewam kir. Malbat çûn ber Girtîgeha Gebzeyê. Polîsan pêşiya malbatan birî û destûr nedan çalakiyê.
‘HÛN HIQÛQÊ BINPÊ DIKIN’
Parêzerên piştevanî dan malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Hûn hiqûqê binpê dikin.”
Di navbera malbat û polîsan de demekê nîqaş dewam kir û pişt re malbatan anî ziman ku ew ê sibê jî çalakiya xwe li ber hepsê dewam bikin û ji cihê çalakiyê veqetiyan û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.
‘ZEXT NIKARIN ME PAŞ VE BIXIN’
Dayika Hatîce Calihan a ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Zeynep Calihan da zanîn ku ew rojek din jî a dayikan xemgîn pêşwazî dikin û got: “Me rojek bi kêfxweşî vê pêşwazî nekir. Bila bi lezgînî hevdîtin dest pê bikin û ji bo zarokên me bijîn. Ev mehek e her roj em li vir in. Her roj polîsan me asteng kir û tundî li me kirin. Lê tû êrîş û zext nikarin me paş ve bixin û em ê dest ji çalakiyên xwe bernedin.”