STENBOL – Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Umraniyê çalakiya rûnitşinê li dar xistin û gotin: “Ji bo zarokên me bijîn em ê li ber xwe bidin.”
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ji bo xwedî li zarokên xwe derkevin li ber Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbat piştî ji hevdîtina li gel zarokên xwe derketin li ber hepsê çalakî li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ümraniye destek dan malbatan.
Dayikan demek li ber hepsê çalakiya rûniştinê ya bêdeng li dar xistin û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” berz kirin. Dayikan bi lîlandinê çalakiya xwe bi dawî kirin.
‘DIBE KU SIBÊ PIRR DERENG BE JÎ’
Parlamenter Şevîn Coşkun li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku dayikên girtiyan ji Gebzeyê heta Bakirkoyê, ji Amedê heta Batmanê li gellek deveran dengê xwe radigihînin û çalakiya grevabirçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin veguherî rojiya mirinê.
Coşkun da zanîn ku daxwaza çalakgeran gellek zelal e û got: “Dixwazin ku gavek berê gavekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê ez li vir bang li Wezîrê Dadê dikim. Qanûnên xwe yên heyî pêk bînin. Ez li vir bang li raya giştî jî dikim, dibe ku sibê pirr bibe dereng jî.”
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Dayika Xalit Yavuz ê 70 roj in li hepsa Umraniyeyê di greva birçîbûnê de ye Ayşe Yavuz jî axivî û wiha got: “Ez hemû dayikên me li ber xwe didin silav dikim. Me îro zarokên xwe dît. Moralê hemûyan baş e. Wan moral dida me. Em îro ji bo zarokên xwe li vir in. Em naxwazin cenazeyên wan bi ser me ve werin. Ji bo zarokên me bijîn em ê li ber xwe bidin.”