STENBOL - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, bi armanca dengê girtiyan bidin bihîstin, îro dîsan xwestin heya ber Girtîgeha Bakirkoyê bimeşin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin. Gelek kesên di navde parêzerê jî hebûn bi lêdanê hatin binav kirin.
Çalakiya nobetê ya malbat û dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê îro jî dewam kir. Malbatên girtiyan xwestin heya ber girtîgehê bimeşin, lê rastî mudaxile û astengiyên polîsan hatin. Malbatên li ber E-5 Otoyolû kom bûn, xwestin heya ber girtîgehê bimeşin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî piştgirî dan malbatan. Polîsan berî malbat dest bi meşê bikin, mudaxileyî wan kirin. Polîsên ku guh nehat axaftinên parlementeran, xizmên girtiyan, parêzer û parlementer derp kirin. Di dema mûdaxileyê de, polîsan gelek parêzer û malbat bi lêdanê binçav kirin. Di dema mudaxileyê de, dayikek ji ser hişê xwe çû û polîsan xwestin wê vê rewşê de binçav bikin. Li ser vê yekê Kaya û jinên din bertek nîşanî polîsan û dayik ji destên polîsan derxistin.
‘ME DÎT KU ÇAWAN JI DAYIKAN DITIRDIN’
Malbat û wekîlên li ser mudaxileyê dîsan vegeriya ser rêya E-5, li vê derê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê Huda Kaya axivî û wiha got: “Êdî grevên birçîbûnê vegûherîne rojiya mirinê. Dayikên ku bi rojane ji bo zarokên wan bijîn li ber xwe didin her roja rastî tuneya polîsan tên. Îro li ber Girtîgeha Bakirkoyê, dayikên me û hevalên me yên jin, ketine di hedefa hiştmendiya faşîst û desthilatdariya Qesrê. Me liv ê derê carek din dît ku çiqas ji dayikên me ditirsin. Divê êdî çav ji vê zilma heyî re neyê girtin. Divê hikumet guh bide vî dengê hewarê.”
‘DIVÊ ÇAV LI MIRINÊ RE NEYÊ GIRTIN’
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Dayik ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê tenê dixwazin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê dayik ji bo vê daxwaza xwe rastî êrîşan tên. Malbat dixwazin ku hikumet dengê wan bibihîze. Dayik dixwazin pêşiya mirina zarokên xwe bigirin. Êdî dawî liv an pêkanînên bêmaf bînin. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Wezareta Dadê dikin. Werin em bi hevre mirinan rawestînin. Ger tecrîd ranebe dê mirin pêk werin. Ger li welatekê mirov ji bo daxwazên hiqûqî jiyana xwe ji dest bidin, li wî welatî mirov nikare behsa hiqûq û mafê mirovan bike.”