ÎZMÎR - Endamên ESP’ê yên bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn hatin binçavkirin.
4 endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û xizmeteke girtiyan, bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Polîsan serê sibê bi ser malên wan de girtin û binçav kirin.
Polîsan endama Desteya Rêveberiya Meclîsa Jinan a Sosyalîst û ESP’ê Satiye Ok, endamên ESP’ê Kerîm Altinmakas, Ozlem Tunç, Sînan Tekdemîr, Erturk Yilmaz û xizma girtiyekê Cemîle Yurdût ên binçav kirin, birin Şaxa TEM’ê ya îzmîrê.