STENBOL - Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nijatperestiyê ya ÎHD’ê, dê di 11’ê Gulanê de konferansa “Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin” dê lidar bixe.
Komîsyona Li Dijî Cihêkarî û Nijatperestiyê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), konferansa “Li Tirkiyeyê nijatperestî: Yên dijîn vedibêjin” dê li Hotela Elîte Word Stenbolê ya li Taksîmê li dar bixe. Konferans, dê 11’ê Gulanê, di navbera saetên 09.30 û 19.00’an de, bê lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Civaknas Dr. Barî Unlu dê weke axaftvan beşdarî konferansê bibin û derbarê “Em dikarin têkildarî nijatperestiyê çi bifikirin” de, axaftina vekirinê bikin.
Di rûniştina dest pê kê ya konferansê de, Parêzer Betsî Penso, weşanger-nivîskar Rober Koptaş û parêzer Erkan Metîn dê mijara “Li Tirkiyeyê mirov ne misilman be” nîqaş bikin.
Di rûniştina duyemîn de Sekreterê Giştî yê Komeleya Xizanhez a Dêra Taksîarhîs a Arnavûtkoy Elenî Karamîtî û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Azad Bariş nêrînên xwe pêşkêş bikin.
Rûniştina sêyemîn jî dê bi mijara “Nijatperestî li her qadê ye” dewam bike.
Piştî sê rûniştinan, konferans dê bi foruma “Nijatperestiya rojane û bi sazîbûyîn” dewam bike.