AMED – Welatiyên Amedê ji bo balê bikişînin ser tundiya polisan a li dijî dayikan, laçikên spî bi daran ve kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Welatiyên Amedê hem ji bo balê bikişînin ser tundiya polisan a li dijî dayikan, hem jî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê laçikên spî bi daran ve kirin.