AMED – Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li Amedê meşiyan û çalakî pêk anîn.
Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê li derve û girtîgehan dewam dikin, duh bi şev meşiyan. Ciwanên li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn, dirûşmeyên “Amed ne raze, xwedî zindanan derkeve”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Daxwaza Leyla, daxwaza me ye” berz kirin û li kolan û koçeyan meşiyan.