MÊRDÎN – Welatiyên ku gundê wan ji ber Etî Bakira girêdayî Holdînga Cengîz tê valakirin û bi makîneyên kar ketin nav debra wan bi bertek in û gotin “Etî Bakir li vir terorê pêk tîne.”
Ekîbên Karê Madena Etî Bakir a girêdayî Holdînga Cengîz duh serê sibê bi makîneyên kar ketin nav dexla 7 gundên girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê. Şêniyên gundê Teznê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku Dadgeha Herêmê ya Dîlokê biryara sekinandina îstîmlaqkirina eraziyê wan daye û xwestin karê bêqanûn li nav eraziyê wan tê kirin bêr rawestandin. Li ser berteka şêniyên gund rayedarên Etî Bakirê bang li cendirmeyan kirin ku bên herêma tê talankirin.
JINAN RAHIŞT DARAN Û NOBETA AXA XWE GIRTIN
Cendirmeyan gule berê hewa dan û bi bombeyên gazê mudaxeleyî welatiyên gund kir û 4 gundiyan bi lêdanê binçav kirin. Piştî mudaxeleyê makîneyên şirketê li nav eraziyên dexlê gundiyan xebitîn û dexlê perçiqancin. Heta êvarê rageşî li herêmê dewam kir. Welatiyan bendemayîna xwe li herêmê domandin û pêkanîna pê re rû bi rû man wek “eşqiyatî” nirxandin.
Jinên gund jî daran dan destê xwe û ji bo xwedî derketina eraziyên xwe bertek nîşan dan.
‘ME BI ESKER Û ÇEKAN TEHDÎT DIKIN’
Haci Erdem ê bi tapûyê xwe nîşan dide ku eraziyên tên talankirin ên wî ne û got: “Welatî xwedî li erazî û debra xwe derdikeve. Ne pereyê welatiyan didin wan ne jî ji nav eraziyê wan derdikevin. Her tim bi esker û çekan tehdît dikin. Dibêjin ku wan di asta dewletê de îstîmlaq kirine lê îstîmlaqek sexte ye. Heke dewletê îstîmlaq kiribe bila pereyê dewletê bidin.”
Erdem anî ziman ku Etî Bakirê di sala 1978’an de bi awayek bêrêbaz qada xwe ya li herêmê berfireh kir û li cihê kar lê tê kirin jî eraziyên wan en çandiniyê ne. Erdem got 700 donim erdê bi dexl hatiye rûxandin.
Şêniyê gund Ferhat Men jî da zanîn ku li gundê wan nêzî 600 mal hene û got: “Em ê biçin ku? Çi dikin bila bikin em ê ji vir neçin. Ji ber dumana vir em nikarin ji malê xwe derkevin. Em êvarê nikarin li ser ban rakevin. Bêhna pîs jê tê. Em nikarin klîmayên xwe vekin. Zirarê dide me.”
‘TERORÊ PÊK TÎNIN’
Ji şêniyên gund Abdurrahîm Men jî bertek nîşanî têketina makîneyên kar a nav dexlê xwe da û wiha got: “Tişta tê kirin eşqiyatî ye. Etî Bakir vekirî li vir terorê pêk tîne. Mal û milkên me perîşan dikin. Li kîjan dewletê ev yek heye. Heke li ev yek li rojavayê Tirkiyeyê bûya dê dikaribûna bikirina? Ji ber em li heqê xwe digerin tên medibin karakolê.”
Salîh Balci jî got: “Em dexl û axa xwe nadin tu kesî. Bi zilmê dixwazin ji me bistînin. Şirket bi qirêjiya xwe zilmê li ser me dike.”
‘ZAROKÊN ME BÊ BAVÊ XWE MEZIN DIBIN’
Surreyya Balci jî xwest şirket ji nava dexlê wan derkeve û wiha got: “Em qebûl nakin bikevin nava dexlê me û zirarê bidinê. Nahêlin ku zarokên me bavê xwe bibînin. Wan mecbûrî şixûla li Stenbol, Enqereyê û derveyî welat dikin. Zarokên me bê bavê xwe mezin dibin. Em vê yekê qebûl nakin. Vê rojiya remezanê me xistin çi halî. Qet ji Xwedê natirsin.”
Azîze Oter jî got: “Dexlê me anîn vî halî. Ma hûn ji Xwedê jî natirsin? Heyf û guneh e ji bo me. Em jî însan in.”
MA / Ahmet Kanbal