ŞIRNEX - Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan kûtlû, diyar kirin ku bi amûra X-Ray a li têketina şaredariyê hatiye bicihkirin tê xwestin gel û şaredariyê ji hev qut bikin û gotin: "Ev pêkanîneke qeyûma ye. Ne ji bo ewlehî û tevdîrgirtinê ye."
Duh na pêr bi şev polîsan bi darê zorê li têkeştina şaredariya Cizîr, Silopiya û Hezexê amûra X-Ray û qulûbeyên polîsan bi cih kirin. Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, destnîşan kirin ku ev bi awayekî fiîlî pêkanîneke qeyûmî ye.
KÛTLÛ: DIXWAZIN ME Û GEL JI HEV DÛR BIXIN
Hevşaredar Kûtlû, destnîşan kir ku ev pêkanîn ne daxwaza wan e û tu eleqeya wê bi ewlehiyê re tune ye. Kûtlû, got: "A rast ev peyam peyama 'em çi bixwazin em ê bikin' bixwe ye." Kûtlû, bilêv kir ku ev ne tişteke ji rêzê ye û got: "Dixwazin bi vî awayî peyamekê bidin gelê me. Ji ber bi ser neketitne vê yekê dikin. Ev di heman demê de îşkence ye. Lêgerîna di warê fizîkî de, hem îşkenceyeke fizîkî hem jî îşkenceyeke derûnî ye."
Kûtlû, bilêv kir ku di tu qanûnê de cihê pêkanîneke wisa tune ye û got: "Dixwazin me û gel ji hev qut bikin. Em zarokên vî gelî ne. Gelê me berteka xwe nîşan da."
ZIRIG: QEYMEQAMTÎ Û WEZARET NIKARIN BI DEVKÎ FERMANÊ BIDIN
Hevşaredar Mehmet Zirig jî bilêv kir ku li Cizîrê bi rêjeyeke zêde bi ser ketine. Zirig, anî ziman ku di rewşên der barê şaredariyê de mewzûat diyar e û qeymeqamtî nikare fermanê bide rêveberiyên herêmî. Zirig, diyar kir ku wan teblîxat ji polîsên hatine ber şaredariyê xwestiye û got: "Me ji midûrê emniyetê re jî got. Me peywira wî bi bîra wî xist. Nivîsgeha qeymeqamtiyê jî got, Wezareta Karên Navxweyî tu giştînameyeke nivîskî ji me re neşandiye Wezareta Karê Navxweyî nikare bi devkî fermanê bide."
Zirig, destnîşan kir ku pêkanîna li Cizîrê jî girêdayî biryara betalkirina hilbijartina li Stenbolê ye û got: "Ev bi awayekî fiîlî pêkanîneke qeyûmî ye. Mesele ne ewlehî û tevdîrgirtin e. Ev tê wateya 'ez ê nehêlim tu erka xwe bi kar bînî.' Tê xwestin şaredariyê veguherînin qereqola polîsan. Ev polîtîkayeke qeyûmî ye."
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
Zirig, bi bîr xist ku gelê Cizîrê ji bo demokrasî, aştî û hiqûqê tim bedêl daye û got: "Em ê heta dawiyê li gel aştî, demokrasî û hiqûqê bin. Em ê li ber bêhiqûqîtiyê serî netewînin. Me berê jî li dijî bêhiqûqîtiyê ebdêl dane. Em niha jî amade ne."