EDENE - Hulya Goktaş ku birayê wê Ahmet Nas 70 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtî her roj wekş findekê dihelin û xwest daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.
Li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê, Ahmet Nas ê 33 salî 70 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Nas, ji Cizîra Şirnexê ye. 2 sal in hatiye girtin û 17 sal ceza lê hatiye birîn.
Malbatê di 7'ê Gulanê de Nas dîtiye û diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xirab dibe. Malbatê, anî ziman ku nas gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û gotiye: "Mirin jî tê de hebe em ê li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin."
Xwişka wî Hulya Goktaş, diyar kir ku rewşa birayê wê û girtiyên din xirab û di dema hevdîtinê de bi zorê li ser piay disekinîn û got: "Rewşa wan xirab e. Pir zihîf bûne. Çavê wan baş nabîne. Di dema hevdîtinê de tim dubare dikirin."
‘BILLA DAXWAZA WAN BÊ QEBÛLKIRIN'
Goktaş, got: "Her diçe girtî wekî findekê dihelin. Em naxwazin kes bimire. Divê rayedar rojek berî rojekê daxwaza girtiyan qebûl bikin. Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe."