AMED - Salîh Tekîn ku li dijî tecrîdê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza wan pêkanîna hiqûqê ye û hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye.
Salîh Tekîn ku di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Amedê tevî Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag dest bi greva birçîbûnê kir, du caran hatibû binçavkirin û di binçavkirina dudoyan de hatibû girtin û di 5'ê Nîsanê de hatibû berdan û niha jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Heta niha Tekîn, 13 kîloyan zihîf bûye.
Tekîn, anî ziman ku ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: "Pêvajoya heyî, rewşeke wijdanî, mirovî û ehlaqî ye. Daxwaza me ne daxwazeke pêk neyê. Em dixwazin dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Têkoşîna me ya niha têkoşîneke dîrokî ye. Eger bi qasî serê derziyê jî heqîqet mabe, em ê ji bo wê bitêkoşin."
'DAXWAZA ME PÊKANÎNA HIQÛQÊ YE'
Tekîn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq û qanûn ji holê hatine rakirin û bal kişand ser bêdengiya raya giştî. Tekîn, bal kişand ser hevdîtina 2'yê Gulanê ku parêzer bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkirin û got: "Wisa dixuyê dixwazin bia wayekî sûkî hevdîtinê bi Birêz Ocalan re çêbikin. Ev jî tê wateya ku neyteke wan a rakirina tecrîdê tune ye. Jixwe daxwaza me ne daxwazeke ku ji bo carekê hevdîtin pêk bê. Daxwaza me ew eku hiqûqa heyî pêk bê. Daxwaza me ew e ku malbat û parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinê pê re çêbikin. Lê belê hîn jî daxwaza me nehatiye qebûlkirin."
‘DIVÊ BÊDENGÎ BÊ ŞIKANDIN'
Tekîn, bal kişand ser bêdengiyê û got: "4 parlementerên ku divê niha li parlementoyê bûn niha di greva birçîbûnê de ne. Diviya li dijî vê deng bihata bilindkirin. Her roj heqaretê li dayikên me dikin. Her roj êrîş dikin. Kesên dibêjin em demokrat in, divê dengê xwe bilind bikin. Divê ev bêdengî bê şikandin."
Tekîn, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya greva birçîbûnê dewam bike.