* Salîh Tekîn ku li dijî tecrîdê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza wan pêkanîna hiqûqê ye û hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye.
* Çalakgerê greva birçîbûnê Îsa Îpeklî, 139 rojin li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ye û li ber xwe dide. Birayê Îsa Îpekli, Îhsan Îpeklî, diyar kir ku piştî parêzeran 8 sal şûnde bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, heviya wî bêtir bû û wiha got: "Lê divê hikûmet ferkirinekê pêş nexe. Divê gavên şênber û bi bawerî bavêje."
* Seroka Partiya Anavatanê ya berê Nesrîn Nas, biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê û nêzîkatiya CHP'ê ya li hemberî kurdan nirxand û wiha got: "Ez ji sekna hilbijêrên kurd tu fikara nakim. Divê êdî CHP jî gotinên xwe yên der barê Kurdan de biguherîne.
* Hulya Goktaş ku birayê wê Ahmet Nas 70 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtî her roj wekş findekê dihelin û xwest daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.
* Parlementerê CHP'ê û Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kabolgû, bal kişand ser Qanûna Bingehîn û PMME'yê û got: "Tecrîdkirina kesekî nayê qebûlkirin."
* Malên ku li quntarên Keleha Rihayê ne, piranî jê heqê wan nehatine dayîn û nehatine rûxandin. Her wiha 6 sal in jî nahêlin şêniyên taxê xaniyên xwe saz bikin.
* Dayikên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar dixin, bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.
* Abdûlsamet Yildiz ku paqijiya Pira Malabadê dike, ji bo kesên tên pirê bi kurdî, tirkî, îngilîzî û japonî bi strankî dîroka pirê vedibêje.
* Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku di cinayetên jinan de bi awayekî baş tevdîr nayên girtin û lêpirsîn nayên kirin û got: "Tiştên divê dozger bikin malbat dikin."
* Nivîskar Mehmet Yavûz ku li Girtîgeha Şakranê 70 roj in di greva birçîbûnê de ye, hat diyarkirin ji ber tansiyona wî zêde bûye çavê wî yê çepê hew dibîne.
* Waliyê Dersimê Tûncal Sonel, li gel navê Fatma Ana navê xwe jî li pira ku da çêkirin kir. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Selda Guneş bertek nîşanî vê yekê da. Guneş, diyar kir ku Fatma Ana ne ew nav e ku bê eciqandin û got, divê navê pîroz berbayî polîtîkayên rojane neyên kirin.
* Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan kûtlû, diyar kirin ku bi amûra X-Ray a li têketina şaredariyê hatiye bicihkirin tê xwestin gel û şaredariyê ji hev qut bikin û gotin: "Ev pêkanîneke qeyûma ye. Ne ji bo ewlehî û tevdîrgirtinê ye."
* Welatiyên ku gundê wan ji ber Etî Bakira girêdayî Holdînga Cengîz tê valakirin û bi makîneyên kar ketin nav debra wan bi bertek in û gotin “Etî Bakir li vir terorê pêk tîne.”
* 9'emîn danişîna doza komkujiya Pirsûsê ku endamên DAIŞ'ê pêk anîbû, wê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ya li Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê wê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Malbatên girtiyên di greva birçîbunê de wê li pêş girtîgehên Tîpa L a Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Qada Esenyurtê, Girtîgeha Umraniye li Amed û gelek bajarên din çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00-19.00)
* Danişîna doza Çapemeniya KCK'ê wê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemir, wê têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi armanca balê bikişîne ser çalakiyen greva birçîbunê wê ji bo 3 rojan nobeta "Deng bide Jiyanê" bigirin. (16.00-19.00)