AMED - Li girtîgehan 15 girtiyên din jî dest bi rojiya mirinê dikin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û ragihand ku wê di 10'ê Gulanê de koma duyem dest bi rojiya mirinê bike.
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku li girtîgehan piştî koma ewil a çalakgerên rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wê di 10'ê Gulanê de 15 girtiyên din jî daxilî çalakiya rojiya mirinê bibin.
Daxuyaniya girtiyan wiha ye:
“Di vê qonaxa ku em gavên bi biryar diavêjin de giranî û asta tecrîda li ser Rêber APO yê pêkhateya hemû nirx û bedewiyên me, tê pêkanîn, weke ku li ser jiyana civakî tecrîd bê pêkanîn tê fêmkirin. Tê zanîn ku pêkanîna tecrîdê ya li ser mirovekî ku civaka mirovahiyê ji xwe re weke rêber û sazkarê aştiyê dibîne, ne tenê tecrîda li ser wî mirovî ye. tecrîda li ser Rêberê me yê bûyî hest û wijdana gel, di rastiya xwe de tecrîda li ser gel û li ser azadiya gelan e. Di van demên ku me rûpoşa desthilatdariya faşîst daxitî de pêngava ku me dayî destpêkirin, weke peywireke dîrokî û civakî li ber me ye. berxwedana me ya di zindanê de dayî destpêkirin, em weke çalakiya pêkanîna berpirsyariya xwe ya li hemberî Rêbertî û gelê xwe dibînin û divê gumana tu kesî nîn be ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi biryardarî heta dawiyê bidomînin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi derxistina kaosa civakî tememenê xwe dirêj dike. Li dijî vê wê berxwedana me ya bi rûmet ku weke çirûskekê pê ketî wê tecrîdê bişkîne û bêriya gelan pêk bîne. Em girtiyên PKK û PAJK’ê yên di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de, li ser bingeha xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û rojiya mirinê bi awayekî zelal û biryardarî didomînin. Li dijî vê, em dibînin ku hewldanên biryardariya me bê şkandin pêş dikevin. Hevdîtinên 12’ê Çile û 2’ê Gulanê bi Rêbertiya me re hatî kirin, hevdîtinên ku dewletê bi aqilê xwe yê xasûk û tijî hesabên xayînane destûr dayî ne. Tê fêmkirin ku ne lihevkirinek, ne muzakereyek, ne jî pêvajoyeke diyalogê pêş neketiye.
Di vê demê de jî eşkere hatiye dîtin ku aqilê dewletê yê belengaz çiqas tengav bûye û ketiye nava nakokiyên zagonî. Em girtiyên PKK û PAJK’ê, dixwazin ku daxwazên me yên ji 7 xalan pêk bê ku ev daxwazên me destûra bingehîn ya heyî jî naxe zorê û wê pêşî li takekesîkirin û keyfîkirina edalaetê jî bigire. Di vê dema ku wezîrê dadê bi qasî ku nekare qanûnên di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de cih digirin eşkere bike, bi awayekî neadilane tevdigere de serbixwebûna darazê dike qurbana kesayetiya Erdogan, ev hem di pêvajoya hilbijartinê de, hem jî di her qadê de tê dîtin.
Di deklerasyona parêzaran a ku piştî hevdîtina 2’ê Gulanê bi Rêbertiya me re pêk anî de; bi zelalî hatiye diyarkirin ku pirsgirêkên civakî ne bi şer û hêza fizîkî; bi hêza aqil, polîtîk û çandî dikare bê çareserkirin û ev jî bi muzakereyee demokratîk dikare bê kirin. Di rewşa heyî de rayedarê dewlet û hukumetê ji çareserkirina pirsgirêkan a bi riyên demokratîk zêdetir, nêzîkatiya xwe ya nêzî çareseriya aştiya civakî û demokratîk nabe de israr dike. divê ev baş bê zanîn ku em girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo şkandina giştî ya tecrîdê li be xwe didin; bi hevdîtinek, du hevdîtinan tecrîd nayê şkandin û berxwedana me jî nayê şkandin. Heke rayedarên dewleta Tirk di vê mijarê de dibêjin em ji dil in, divê bi wêrekiyeke mezin pêvajoya muzakereya demokratîk bidin destpêkirinş. Çereseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û di pêkhatina vê de rêberrtiya me xwedî rolekî diyarker e, lewre muxatabê sereke û yekane ew e. Lê belê ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin, şert û mercên ku bikaribe bi azad bijî bixebite bên pêkanîn.
Di rewşa heyî de tecrîda li ser Rêbertiya me hê jî didome. Piştî hevdîtina 2’yê Gulanê ya parêzeran a li gel Rêbertiya me û şûnde serlêdanên hevdîtinê yên nehatin pejirandin tê wateya tecrîd hê jî didome. Bi vekirî û zelal dibêjin bila tu kes bi hevdîtineke ya li gel Rêbertiya me li bendê nemîne ku em ê dawî li grevên xwe yên birçîbûnê û rojiya mirinê bînin. Em mirovên bi ramanên Rêbertiya xwe bende girtine, heta tecrîd bi dawî nebe em bi ti lîstikên dewletê nayê xapandin û berxwedana me nayê şikandin. Bila her kes vê bizane ji berxwedana li dijî her cûre pêkanînên faşîzmê gav bi şûnde navêjin.
Berxwedana bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a pêşenga Pêngava ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ a 8’ê Mijarê dest bi grevê kiribû û dîsa grevên li zindanan û derve bi biryardarî dewam dike û her wiha berxwedana me ya ji 16’ê Kanûnê ve dayî destpêkirin û 30’ê Nîsanê bi tevlîbûna 15 girtiyan a rojiya mirinê pêngaveke berxwedanê ya li dijî israra rêveberê dewleta Tirk a tecrîda li ser Rêbertiya me û jiyana civakê dixe nava tecrîdê ye. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê bi komeke nû ya rojiya mirinê berxwedanê mezintir dikin. Her wiha çalakiya me ya rojiya mirinê ya 30’ê Nîsanê ya 15 hevrêyên me dewam dike. Li gel vê li jêr navên hevrêyên ku me diyar kirin ji 10’ê Gulanê û şûnde wê dest bi rojiya mirinê bikin.
Li gorî vê;
Girtîgeha Kandarayê: Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman
Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê: Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan
Girtîgeha Patnosê: Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan,
Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1: Reşad Ozdîl
Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2: Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz
Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê: Saît Ozturk