AMED - Polîsan xwest têkevin Şaaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lê belê peywirdarên şaredariyê nehiştin. Li ser vê polîs ji bo belgeya destûrgirtinê bistînin ji şaredariyê derketin.
Piştî şaredariya Mêrdîn, Cizîr, Hezex û Silopiyayê vê carê polîsan xwest amûra x-ray û qulûbeyên polîsan li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin. Polîsên hatin têketina protokolê ya ŞBMA'yê gotin "ji bo ewlehiyê" ew ê têkevin şaredariyê. Peywirdarêne wlehiyê yên şaredariyê ji polîsan belgeya destûrgirtinê xwest. Polîs jî ji bo belgeyê wergirin ji şaredariyê derketin. Lê belê hîn jî polîs bi wesayîtên zirxî li ber şaredariyê ne.
Rayedarên şaredariyê li midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê geriyan, lê belê rayedaran telefon venekir. Li ser vê Hevşaredar Selçûk Mizrakli, der barê mijarê de li hevserokên giştî yên partiya xwe Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî geriya.