KOCAELÎ – Li ber Girtîgeha Gebzeyê polîsan cerek din çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan asteng kir.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 30’yemîn de li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe ya nobetê domandin. Malbat li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gebzeyê kom bûn û li wesayîtan siwar bûn ku biçin ber hepsê. Polîsan pêşiya malbatan birî û dorpêç kir. Tevî vê yekê jî malbat çûn cihek nêzî hepsê. Balkêş bû ku polîsek ji malbatan re got: “Çi karê we li vir heye? Bi Apor re hevdîtin pêk hat, hêj hûn çi dixwazin?”
Polîsan bi tu awayî destûra malbatan çûyîna ber girtîgehê neda. Malbatan bertek nîşanî polîsan da û gotin: “Em ê her roj li vir bin. Em ê li gel zarokên xwe bin. Hêza we têra dayikan nake.”
Polîsan ceza li wesayîtên malbatan birî. Polîsan bi darê zorê malbatan xist wesayîtan û ji herêmê wan dûr kir.
Malbat pişt re derbasî avahiya HDP’a Gebzeyê bûn.
Li aliyê din polîsan dest danî ser telefonên rojnamegeran û dîmenan jê birin.